'Destên min ji axa bi xwîna zarokên min hatiye avdan, nabe'

  • 09:03 26 Hezîran 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Emîna Mihemed a ku 3 zarok û hevjînê wê bi destên çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin û niha li hember êrîş û topbarana dewleta tirk li ber xwe dide wiha got:"Destên min ji axa bi xwîna zarokên min hatiye avdan, nabe. Ew çiqas êrîş bikin em ê jî ewqas li berxwe bidin. Ez koçber nabim û doza xwe li pey xwe nahêlim." 
 
Ji destpêka şerê ku li Sûriyeyê rûda û bi taybet şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, gelên herêmê bi komkujiyên DAIŞ'ê rû bi rû man. Şêniyên Um El-Xêrê jî ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin û niha li dijî êrîşan li berxwe didin. Dora 20 gundiyên Um El-Xêrê ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin û jin mecbûrî çarşefa reş hatin hiştin. Ev  gund di sala 2015'an de ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê ve hat rizgarkirin.  Gundê Um El-Xêr dikeve Bakurê navçeya Til Temirê û nêzî rêya M4 a ser sînor e. Um El-Xêr yek ji wan gundên ku herî zêde dewleta tirk êrîş dike ye. Li gund bi sedan sivîl dijîn û jiyana wan jî di xeteriyê de ye. Emîna Mihemed a 65 salî ya li Gundê Um El-Xêrê behsa hovîtiya DAIŞ'ê û êrîşên dewleta tirk kir. 
 
'Çeteyên DAIŞ'ê 3 zarokên min û hevjînê min qetil kirin'
 
Emîneyê wiha dest bi gotina xwe kir: "Min li vî gundî dest bi jiyana xwe kir. Ji destpêka êrîşa DAIŞ'ê û çeteyên bi navê artêşa azad a ser herêmên me, me jî gelekî zirar dît. Çeteyan di destpêka sala 2013'an de 3 zarokên min û hevjînê min jî bi hinceta têkiliya wan bi YPG'ê re heye û di nav de jî 16 kesên din ji gund qetil kirin. Ji wê rojê heta niha rewşa gund ji aliyê ewlehiyê de ne aram e."
 
'Di nava van 8 mehên  dawî de jiyana me veguheriye dojehê' 
 
Emîneyê bal kişand ser zehmetiyên ji ber êrîşa dewleta tirk dikşînin û wiha dewam kir: "Piştî ku dewleta tirk a dagirker êrîşî herêmê kir, di aliyê av, keherbe û nan de em pir zehmetiyan dikşînin. Berê ji rewşa me baştir tune bû, di nava van 8 mehên dawî de jiyana me veguheriye dojehê. Ev 8 meh in rojekê ku em rehet bê tirs, gulebaran û topbaran razên tune ye. Di vê havînê de jî em ji ber gule û topbarana dewleta tirk û komên girêdayî wê em li nava zeviyan  radizên, heta saetên serê sibehê û paşê em vedigerin malên xwe."
 
'Ez koçber nabim û doza xwe li pey xwe nahêlim'
 
Emîneyê di dawiyê de wiha got: "Axa ku em li ser hatina dinê em ê li ser bijîn jî. Destên min ji axa bi xwîna zarokên min hatiye avdan, nabe. Ew çiqas êrîş bikin em ê jî ewqas li berxwe bidin. Ez koçber nabim û doza xwe li pey xwe nahêlim."