'Min bi makyajê birînên xwe veşart'

  • 09:02 26 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Pirşeng Suleymanoglu 19 salan bi şîdetê re rûbirû ma û bi makyajê birînên xwe veşart û got: "Civaka ku li dijî şîdeta li hemberî min bêdeng dibû bi eslê xwe şîdeta di nava malê de meşrû didît. Divê em li dijî vê nêrînê derkevin."
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha adarê de 34, nîsanê 34, gulanê de 31 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî li 28 bajaran bi hezar û 873 jinan re anketek çêkiribû û li gorî anketê ji sedî 27 jin di pêvajoya vîrûsa koronayê (Covid-19) de bi şîdetê re rûbirû mane. Ango ji 100 jinan 43 jin bi şîdetê re rûbirû mane. Her wiha hikûmet jî vîrûsa koronayê kir hincet û bi lez û bez Qanûna Înfazê derxist û xist meriyetê û êrîşkar serbest hatin berdan. Bi serbest berdanê re êrîşa li hemberî jinê zêdetir bû. 
 
Daneyên ku me jor parevekirin yên fermî ne lê belê yên ku nehatine qeydkirin jî hene. Ji ber vê sedemê jî tu carî asta şîdeta li hemberî jinê dernakevin holê. Her çend temen, war, çand, netew û ol cuda bin jî serpêhatiyên jinan wekhevin. Serpêhatiya Pirşeng Suleymanoglu ji me re xerib nayê. Bi zorê hatiye zewicandin û bi salan bi şîdetê re rûbirû maye û niha jî bi zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide. 
 
19 salan bi şîdetê re rûbirû ma 
 
Pirşenga 42 salî, 19 sal beriya niha bi zora birayê xwe hatiye zewicandin û serpêhatiya Pirşengê li vir dest pê dike. Pirşeng wiha dest bi axaftina xwe kir: "Zewaceke bê dil bû û bi şîdetê derbas bû. Ez 19 salan bi şîdetê re rûbi rû man û bi gefên kuştinê re jî rûbirû mam. 3 zarokên min hebûn û çareyekê min tunebû. Ji ber vê jî ez bêdeng dimam. Heta cihekî malbat alîkariyê dide lê piştî demekî piştgiriya xwe qut dikin."
 
'Min birînên xwe veşartin' 
 
Pirşeng, da zanîn ku di jiyaneke bi vî rengî de biryarên ku tu bidî nîne û wiha dom kir: "Kes tenê biryara jiyana te dite. Wekî xwarin çêkirinê û zarok anîne. Hest û fikrên tê ne muhîm in. Di rewşek wisa de gelo mirov dikare ji wekî mirovek bijî? 19 salan ez li pêy xeyala ez ê ji vê jiyanê rizgar bibim kir. Jiyanek wisa bû ku edî min ji navê xwe jibîr kir û êdî şîdet ji bo min asayî bû û wekî ez sûcdarim min xwe tawanbar dikir. Ji ber vê jî êdî min birînên xwe yên şîdetê bi makyajê digirt ku bila kes kes pê nehese..."
 
'Civak şîdeta di nava malê de meşrû dike' 
 
Pirşeng, destnîşan kir ku her roj digotin sebr bike dê derbas bibe lê şîdet tu carî bi dawî nedibû û wiha bi lêv kir: "Der dora min digot dê ev şîdet derbas bibe, lê her roja ku derbas dibû zêde dibû. Herî dawiyê min ji gilî cihên eleqedar kir û ev 6 mehan ji malê hat dûrxistin. Piştî 6 mehan carek din hat û carek din şîdet dest pê kir. Ez ji bo zarokên xwe bêdeng mam, lê bêdengî asta şîdetê zêde kir. Piştî demek ji malê derket û çû êdî nehat. Piştre jî doza hevberdanê vekir û ez jê rizgar bûm."
 
Pirşengê diyar kir piştî ku hevjînê wê dûr ket bêtir li ser jiyana xwe rawestiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min xwe sûcdar didît û şîdetê jî meşrû didît. Weşartina min a şîdetê, makyajkirina birînên xwe, bêdengiya civakê a li hemberî şîdeta di nava malê de hemû tişt dihat wateya meşrûkirina şîdetê û asayî dîtina bûyeran bû."
 
'Divê jin daxwaz bike...'
 
Pirşeng bi wan gotinan serpêhatiyên xwe bi dawî kir: "Ez ji bo zarokên xwe bêdeng dimam lê di vê demê jî piranî keça min piştgiriyê dida min. Di jiyana xwe ya niha de zarokên min ji min re bûn hêzek û em niha bi hev re têkoşîna jiyanê didin. Her wiha piştevaniya kurê min jî girîng bû. Divê di serî de daxwaza jinê hebe û qimetek bide jiyana xwe. Her wiha divê zarokên xwe jî li dijî wan zîhniyetên paşverû mezin bike."