ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 26 Hezîran 2020
  • Rojev
* Jinên Şehbayê yên di nava xebatên projeya çandiniyê de cih digirin anîn ziman ku ew tevî hemû zehmetiyan karê çandiniyê dikin û wiha gotin:"Karê çandiniyê yê ku em dikin hestekî hevpar jî ava dike. Bi vê xebatê em çanda xwe diparêzin û debara jiyana xwe jî bi berhemên çandiniyê dikin." DÎMEN HEYE
 
* Bertekên li dijî êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal, Qendîl û Kobanê didomin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê li hemberî bêdengiyê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Divê îxaneta di nava kurdan biqede." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Hisên têkildarî tedbîrên ji bo Vîrusa Koronayê hatibûn girtin û bidawîbûna qedexeya derketina derve anî ziman ku biryarên wan girtibûn ji bo tendirustiya civakê bûn û wiha got:"Bi tedbîrên rast civaka me tenduristiya xwe parast, van tedbîran  hiştin ku Vîrûsa Koronayê li herêmên me belav nebe. Ev jî serkeftinek mezin e." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Emîna Mihemed a ku 3 zarok û hevjînê wê bi destên çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin û niha li hember êrîş û topbarana dewleta tirk li ber xwe dide wiha got:"Destên min ji axa bi xwîna zarokên min hatiye avdan, nabe. Ew çiqas êrîş bikin em ê jî ewqas li berxwe bidin. Ez koçber nabim û doza xwe li pey xwe nahêlim." 
 
*Pirşeng Suleymanoglu 19 salan bi şîdetê re rûbirû ma û bi makyajê birînên xwe veşart û got: "Civaka ku li dijî şîdeta li hemberî min bêdeng dibû bi eslê xwe şîdeta di nava malê de meşrû didît. Divê em li dijî vê nêrînê derkevin." BI DÎMEN 
 
*Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a sê girtiyên jin ku li dijî binpêkirina mafan, li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dabûn destpêkirin berdewam dike.