Şêniyên Dirbêsiyê bi meşekê êrîş şermezar kirin

  • 08:45 26 Hezîran 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê  şermezar kirin.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di 23'yê Hezîranê de di encama êrîşan de 3 jin hatin qetilkirin. Di wê komkujiyê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Mihemed Weysî  ji aliyê dewlet tirk ve hatin hedefgirtin.Gelê Navçeya Dirbêsiyê li dijî sûcên dewleta tirk ku li dijî jinan pêk tîne daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.
 
Meş li ber Navenda Ciwanên şoreşger dest pê kir û li kolana navendî ya bajêr derbas bû. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Meş li ber şaredariya gel a navçeya Dirbêsiyê veguherî mitîngê.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Fatma Hisên sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan xwest û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jinan dikin hedef, ji ber ku jinan hêz û israra xwe raber kirin û koletî û bêdengî şikandin û banga azadiyê kirin, lewma dixwazin banga jina azad tune bikin."
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo teqez kir ku komkujiya ku li Kobanê li dijî 3 jinan pêk hat sûcê bêdengiya civaka navneteweyî ye û wiha pê de çû: "Di dîrokê de gelek jinên têkoşer û berxwedêr li dijî sîstemên baviksalarî têkoşîn dikirin û banga azadiya jinan dikin, xewin û xeyalên wan jinan ew bû ku bikaribin wekî roja îro rêxistinek jin ji bo doza mafê jin were birêxistinkirin. Îro rêxistina jin Kongreya Star bi ked û têkoşîna wan jinan gihişt vê astê, asta ku bibe îradeya jina azad. Ev gava pîroz ku hate avêtin bêguman dijmin dê bi hemû rêbazên xwe êrîşî jinan bikin da ku ev gav pêş nekeve û darbeyek li îradeya jinan bixîne. Lê bila baş bizanibe ku em hemû Hevrîn, Zehra, dayika Eqîde ne, şehîd namirin em ê şopdarê rêka wan bin."
 
Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" , "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.