Zehra, Hebûn û Emîne bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

  • 22:18 25 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi Hezaran ji şêniyên Kantona Kobanê  Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranî Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Mihmed Weysî, bi merasîmeke heybet oxir kirin.
 
Bi hezaran ji şêniyên Kobanê, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiyên Siyasî li goristana şehîd Dicle kom bûn û Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star aa navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl, dayika Emîne Mihmed Weysî ku di encama êrîşa dewleta tirk ku bi riya balafirên keşifê yên bê mirov li ser gundê Helincê de pêk hat jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke heybet  oxir kirin.
 
Karwanê  cinazeyê ji morga Kobanê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi rê ket û berê xwe dan goristana şehîd Dicle. Gel bi bilindkirina nîşaneyên serkeftinê û berzkirina dirûşmên  şehîdan cenaze hilgirtin ser milên xwe û ber bi darbesta şehîdan ve çûn. Paşê merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. 
 
'Em ê tola rêhevalên xwe hilînin'
 
Bi navê Tevgera Jinên Bakur û Rojilatê Sûriyê Hîva Erebo axivî û wiha got: "Di kesayeta Zehra, Hebûn û yadê Emîne de tevgera me hatiye hedefgirtin, weke li Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla û Fîdan. Li Bakurê Kurdistanê di berxwedana xweseriyê de Pakîze, Sêvê û Fatma hatin armanc girtin, her wiha di şerê li Serêkaniyê Hevrîn Xelef, yadê Eqîde û Amara Rênas hatin qetilkirin. Di kesayeta van pêşengan de, bi hezaran jinên şoreşger û berxwedêr hatin hedefgirtin. Em ê weke tevgera jin serî netewînin li ber hişmendiya desthilatdar û baviksalarî. Soza me ew e ku xwîna rêhevalên me li erdê nemîne û em ê têkoşîna ji bo azadiya jinê bilind bikin."
 
'Dewleta tirk tola çeteyên xwe hiltîne' 
 
Her wiha Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihmed Şahîn jî wiha got: "Dema ku em di vê riyê de meşiyan, tu hêvî û xwestekên me yên azadiyê ji kesî tune bûn. Lê belê me bi saya şehîdên xwe azadî bi dest xist. Em îro nirxê parastina me ji cîhanê re û serkeftina me li dijî terorê didine. Êrîşa dewleta tirk ya li ser me jî, tolhildana ji bo têkçûyêna çeteyên wî li ser vê axê ye. Bahaneyên Erdogan yên qaşo ji parastina van xakan diyarin, ew dixweze ku hovîtiya Osmaniyan û kolekirina wan ya ji gelên herêmê re vegerîne. Cîhan vê rastiyê bibîne nebîne em baş dizanin vê yekê."
 
'Sucê wan ku jinên azad bûn'
 
Di Heman çarçoveyê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo wiha got: "Ev hersê hevalên me ewqas diristbûn ku bi hev re gihîştin asta şehadetê. Tu sucê wan tunebû, tenê sucê wan ew bû ku jinên azadin û kurdin. Dijimin bi van êrîşan hêvî dikin ku hêz û vîna me lewaz bike û bişkîne. Lê em weke Gelê Kurd dara xwe ya hêz û îradeya bi xwîna şehîdên xwe av didin û mezin dikin."
 
'Xwîşka min jiyana xwe bi azadiyê re kiribû yek'
 
Xwîşka şehîd Zehra Dilê Berkel axivî û got: "Çawa ku dijmin 25'ê Hezîranê li me kirin roja reş, em ê vê rojê bikin topeke ji agir û li nava çavên wan xin. Zehra jiyana xwe bi têkoşîna ji bo azadiya jin kiribû yek, di 24 seatan de û bê navber kar û xebat dida meşadin. Em sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin."
 
'Dawiya Tirkiyê bi destên jinên vê axê ne'
 
Herî dawî Bavê şehîd Hebûn Remezan Mele Xelîl wiha got: "Ji goristana şehîdan, em ji dewleta tirk re dibêjin ku wê dawiya we li ser vê axê be. Em şehîdan didin em azadiya welatê xwe bi dest dixin, em şehîdan didin em dijmin bêzar dikin, em li ser şehîdên xwe nagirîn berovajî em bi hêztir dibin. Em ji dewleta tirk re dibêjin heger Ewropa hemû jî li pişt te be, em natirsin. Dawiya we li ser axa Kurdistanê ye û bi destên jinên azad e. Divê ku em weke Gelê Kurd yekîtiya xwe bi lez ava bikin û ji bo qirkirina me em bi dijmin re nebin alîkar." 
 
Piştî axaftinan saziya malbatên şehîdan nasnameyên şehadetê xwendin û teslîmî malbatên wan kirin.
 
Di dawî de malbat û rêhevalên Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Mihmed Weysî bi tilîliyan û dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.