Li Efrînê bi meşê êrîş hat şermezar kirin

  • 20:25 25 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Herêma Efrînê bi meşek girseyî êrîşên li ser gundê Helincê şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser gundê Helincê, Meclîsa Herêma Efrînê meşek girseyî li navçeya Şêrewa ya Efrînê li darxist. Meş ji qada gundê Ziyaret heta kampa veger dewam kir. Her wiha şêniyên navçeya Şêrewa, kampa Veger, sazî û dezgehên sivîl amadebûn. Di meşê de alê Kongreya Star, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her sê jinên Kobanê yên ku jiyana xwe ji dest dane û pankartên bi nivîsa "Bijî berxwedana jinên Kobanê", "Na ji komkujiyên jinên azad re" û "Na ji binpêkirinên li Efrîn û Kobanê" hatibûn hildan. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê,Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Emîne Dingilî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Bi kombûna gelê Efrîn ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gundê Helincê ya Kobanê nîşan dide ku Efrîn û Kobanê yekin û tucaran ji hev qut nabin, ev yek jî zora dijmin diçe. Dewleta tirk nikare dayikên ku parastina axa xwe dikin tune bike. Em her sê jinên azad bibîr tînin û em dibêjin em ê têkoşîna we berdewam bikin." 
 
Rêveberiya Meclîsa Til Rifet Mihemed Menen êrîş şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên li gunê Helincê bi tundî şermezar dikin. Banga me ji saziyên mafê mirovan heye ku dev ji bêdengiya xwe berdin û li hember kiryarên dewleta tirk ên ku di derheqê sivîlan de pêk tînin helwestên xwe nîşan bidin."
 
Meş bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.