Jinan dest bi greva birçîbûnê kir

  • 16:25 25 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 3  jinan li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kir.
 
Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Elîf Denîz, Ronahî Sirdaş û Melek Evren, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde dibin dest bi greva birçîbûnê kirin. Herwiha jinan diyar kirin ku wan li dijî binpêkirina mafan ku piştî mudurekî nû tayînî girtîehê bûye hatine zêdekirin, ferzkirina hejmartina li ser piyan û cezayê hucreyê dest bi grevê kirine.