Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 15:41 25 Hezîran 2020
  • Rojane
RIHA - 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Curnê Reş a Rihayê, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
 
Girtî Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Curnê Reşa a Rihayê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku bi 4 hevalên xwe re li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zede bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. 
 
Serhat ê bi malbata xwe re hevdîtin kir, wiha got: “Mafê girtiyan ê hevdîtinê, sohbet, atolye, spor, qadên hevbeş, agahî girtinê nayin dayîn. Dîsa mafê me yê tenduristiyê jî bi sînor kirin. Li dijî van bêmafî û binpêkirinan, min, Emrûllah Orûc, Îlyas Dogan, Cahfer Sabir û Kasim Karatş duh dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.”
 
'Bi awayekî aşkere şewba vîrûsê ji bo xwe veguherandin fersendê'
 
Serhat, di hevdîtina telefonê de bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş û wiha bilêv kir: “Girtiyên nexweşên giran nayin dermankirin û her roja diçe rewşa wan girantir dibe. Dîsa dermanên girtiyên nexweş jî nadin wan. Dema hevalên me dixwazin biçin nexweşxanê jî, wan bi  paşve kelepçe dikin û bi saetan di vê rewşê de dihêlin. Cardin bêyî ku hevalên em derman bikin, paşve dişînin girtîgehê. Ev rewşek kêfî ye. Pêr gelek nema bû ku em hevalê xwe winda bikin. Lê ligel vê yekê nebirin nexweşxaneyê. Her roja diçe zext zêdetir dibin. Hemû qadên me yên jiyanê û civakî teng kirine. Bi awayekî aşkere şewba vîrûsê ji bo xwe veguherandin fersendê.”
 
‘Dixwazin hemû qadên me ji destê me bigirin û me îzole bikin’
 
Serhat, di dawiya hevdîtinê de wiha got: “Me xwest derbarê pirsgirêkên heyî de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin. Lê ev daxwaza me red kirin. Heya ku daxwazên me neyin bicihanîn em ê gavekê jî paşve neavêjin. Em nikarin van zext û nêzîkatiyên kêyfî qebûl bikin. Bi tu awayî daxwaz û pêdiviyên me bi cih naynin. Ger ev rewş wiha dewam bike, wê hejmara me tenê bi 5 girtiyan re sînordar nemîne û zêdetir bibe. Dixwazin hemû qadên me ji destê me bigirin û me îzole bikin. Em ê vê tu carî qebûl nekin.”