'25'ê Hezîranê rojek pir dijwar û bi êş bû lê me serî netewand'

  • 09:04 25 Hezîran 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Jina bi navê Rexda Hesen bi boneya 5'emîn salvegera komkujiya Kobanê anî ziman ku tevî 5 sal derbas bûye hîn jî wekî do birîna wan teze ye û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya dewleta tirk di 25'ê Hezîrana 2015'an de derbasî Kantona Kobanê bûn, bi rengekî hovane êrîşî  welatiyan kirin û her kesê ku li pêşiya wan derdiket gulebaran dikirin. Dema ku ez behsa komkujiyê dikim dilê min dilerize, ji ber ku hîna bîrîna me teze ye."
 
Çeteyên DAIŞ'ê di 25’ê Hezirana 2015'an de bi cilên YPG û tugayên Artêşa Azad ên ku li rex YPG'ê şerê DAIŞ'ê dikirin li xwe kiribûn. 80 çeteyên DAIŞ'ê ku di destên wan de çek û bombeyên destan hebûn li deriyê Mûrşid Pînar erebeyeke bombebarkirî teqandin û ketin kolanên Kobanê û di heman demê de gundê Berxbotanê yê Başûrê Kobanê. Her kesê ku li pêşiya wan derdiket jî gulebaran dikirin. Zarok li pêşberî çavên dayik û bavên xwe, dê û bav jî li pêşberî çavên zarokên xwe dihatin qetilkirin. Li ber derî û di hundirê her malekê ku çete ketibûnê de cenaze hebûn. Xuya bû ku çeteyên DAIŞ'ê pilanek ji bo kontrolkirina Kobanê û qirkirina şêniyan amade kiribû. Çeteyan xwe li tevahiya cihên bilind bi cih kiribûn. Deriyên têketin û derketina bajêr ji bilî aliyê Rojava hemû kontrol kiribûn û sekvanên xwe bi cih kiribûn. Di komkujiyê de 242 sivîl li bajarê Kobanê û gundê Berxbotanê hatin qetilkirin. 30 şervanên YPJ/YPG'ê û endamên Asayîş’ê jî di ber parastina gelê herêmê de şehîd bûn.
 
Her sal di salvegera komkujiya Kobanê de welatî serdana goristana şehîdên komkujiya Kobanê dikin, bi vêxistina findan û danîna gulan wan bi bîr tînin. Jina bi navê Rexda Hesen ku hevjînê wê Ehmed Hesen di komkujiyê de hat qetilkirin, dayika 4 zarokan e û ji bajarê Kobanê ye bi boneya 5'emîn salvegera komkujiya Kobanê ji ajansa me re behsa  êş û dijwariyên komkujiya Kobanê kir.
 
'25'ê Hezîranê rojek pir dijwar û bi êş bû lê me serî netewand'
 
Rexdayê wiha behsa bûyera komkujiya Kobanê ya bi êş kir: "Saet 5'ê sibehê bû, bi dengê gulan re em hişyar bûn. Hevjînê min deriyê malê vekir û pismamê wî gazî kir û got birayê min birîndar bûye ka were alîkariya min bike da ku em wî rakin nexwaşxaneyê. Hevjînê min çû û nema hat. Ez li gel zarokên xwe di malê de mam. Saet di 06:30'an de min derî vekir û tev zarokên xwe çûm gel cîranên xwe. Min ji wan pirsî çi heye? Wan jî gotin 'DAIŞ ketiye Kobanê û ber kê re derbas dibin gulebaran dikin'. Min zarokên xwe li wir hiştin û ez çûm mala tiyê xwe, li wir min cenazeyê jinekê û du jinên birîndar dîtin. Piştre çûm mala ku hevjînê min çûbûyê, li wir min cenazeyê hevjîn û pismamên wî dîtin, ez çûm ser cenazeyan. Xezûrê min jî li pey min hat, ji min re got 'Were em xwe xelas bikin, wê werin me jî bikujin'. Rojeke pir dijwar û bi êş bû lê me serî netewand. Du rojan em di malê de bûn, derdora me dorpêçkiri bû. Em nedikaribûn derkevin. Paşê cîranên me em xelas kirin û em çûn nav daristana Kobanê, li wir zilamek hat û got 'Çeteyek di nava me de ye û wê xwe biteqîne'. Piştî her kesî ev gotin bihîst tirsek kete nav wan û her yek bi derekê de çû. Piştre xezûrê min hat em vegerandin malê, dema ku ez hatim destpêkê ez çûm kolana ku cenazeyê hevjînê min lê bû. Min dît cenaze rakirine û li goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê veşartine. Dema ku ez behsa komkujiyê dikim dilê min dilerize, ji ber ku hîna bîrîna me teze ye."
 
'Komkujiya Kobanê bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan kir'
 
Rexdayê destnîşan kir ku di komkujiyê de 11 kes ji malbata wan hatine qetilkirin û wiha berdewam kir: "Piştî ku em vegeriyan malê tirsek di nava zarokan de hatibû çêkirin û nedikaribûn di malê de bimînin. Ji ber vê ez û zarokên xwe em çûn demekê li gundê Helincê man. Tevî ku em ji malê derketin jî lê em her tim xemgîn bûn û dîmenên komkujiyê li ber çavên me bûn. Komkujiya Kobanê bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan kir. Heta roja me ya îro jî dema ku dengê gule yan jî teqînekê tê zarokên me ditirsin. Heta salekê min nedikarî bi awayekî rihet li mala xwe bimayama. Berpirsiyartiyên malê jî zehmet in, jin û mêr her yek rolekê di rêvebirina malê de dilîzin. Ez di malê de bi rola dê û di heman demê de rola bav jî pêk tînim. Ez hewl didim ku her tiştî ji zarokên xwe re peyda bikim û hewceyî tu kesî nebin."
 
'Gelê Kurd di gelek pêvajoyên dijwar re derbas bûn'
 
Rexdayê herî dawî diyar kir ku gelê Kobanê di gelek pêvajoyên dijwar re derbas bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir bi xwe re koçberî anî û niha jî dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze van kiryaran pêk bîne. Heta roja me ya îro jî dewletên navneteweyî li hemberî van binpêkirin û kiryarên dewleta tirk bê deng in. Gelo dewleta tirk çi ji me dixwaze? Çima êrîşî herêmên me dike? Dewleta tirk dibêje 'terorîst' li van herêman hene. Terorîstê herî mezin Erdogan û hevkarên wî ne, cîhan bi giştî jî dibîne kiryar û binpêkirinên ku li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî derheqê jin û zarokan de didin meşandin. Ez bang li dewletan dikim ku êdî sînorekî ji dewleta tirk re deynin, êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me bidin rawestandin. Bila dewleta tirk ji herêmên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî derkeve û welatiyên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, koçber bûne vegerin cih û warên xwe."