'Li dijî karkeriya zarokan divê polîtîka bên afirandin'

  • 09:03 25 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Parêzera GIYAV’ê Çîgdem Ertak jî destnîşan kir ku ji pêşeroja zarokan bi fikar in û got: “Ji bo pêşîlêgirtina wan rîskan divê dewlet erk û berpirsyariyên xwe bînin cih. Ger ku dewlet polîtîkayên xwe yên civakî û polîtîk neguherîne, nikare karkeriya zarokan jî ji holê rake.”
 
Li gorî rapora sala borî ya Fona UNICEF herî zêde li Afrîka û Asyayê zarok dixebitin. Li gorî daneyan di sala 2000'î de 246 milyon û di sala 2016'an de tenê 152 milyon zarok dixebitin. Her sala ku derbas dibû hejmara xebatan zarokan kêm dibû. Her wiha li gorî daneyen Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) jî di sala 2019'an de li tevahiya cîhanê 152 milyon zarok xebitin û ji sedî 70 zarok jî bi taybetî di qada çandiniyê de xebitin. 
 
Li Tirkiyeyê jî hejmara zarokên karker gelek in û li gorî danêyên îsal yên  Enstîtuya Lêkolînan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), di navbera salên 1999-2006’an de hejmara karkerên zarok ji 2 milyon û 270 hezarî daketiye 890 hezarî. Lê belê ev hejmar di sala 2012’an de careke din derketiye 893 hezarî. Li gorî daneyan, zarokên li karên malê tên xebitandin di sala 1999’î de 4 milyon û 447 hezar bûne û di sala 2006’an de ev hejmar gihaştiye 6 milyon û 540 hezarî. Ev hejmar di sala 2012’an de nêzî milyonekê zêde bibû û gihaştibû 7 milyon û 503 hezarî. Bi vî rengî zarokên di navbera 5-17 salî de tên xebitandin hejmara wan bûye 8 milyon û 400 hezar. Di warê giştî de, rêjeya zarokên dixebetin li gorî sala 1999’an ji sedî 41 bilind bûye û derketiye ji sedî 56’an. 
 
Qeyrana li Tirkiyeyê rê li ber karkeriya zarokan vedike. Li gorî daneyên sala 2019'an a TUÎK'ê 720 hezar zarok dixebitin. Her wiha dîsa li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) di sala 2019'an de 67 zarokan jiyana xwe ji dest dane û di 5 mehên ewil yên vê salê de jî 17 zarokan li ser kar jiyana xwe ji dest dane.
 
UNICEF û ILO'yê  destnîşan kirine ku têkildarî qeyrana aboriyê rewşa malbatan ketiye xeterê û ji ber vê yekê, malbat ji bo ku debara xwe bikin ji neçarî zarokên xwe didin xebitandin. Ew jî di heman demê de hêjmara karkeriya zarokan zêdetir dike. Her wiha zarok di saetên dirêj û di şert û mercên nebaş de dixebitin, tenduristiya zarokan dixin xetereye. 
 
Her wiha Weqfa Piştevaniya Koçberî û Mirovî (GIYAV) 9 sal in li Amedê ji bo mafên zarokan xebatan dike, parêzera GIYAV’ê Çîgdem Ertak derbarê karkeriya zarokan de ajansa me re nêrînê xwe anî ziman. 
 
‘Em ji pêşeroja zarokan bi fikar in’
 
Parêzer Çîgdem diyar kir ku pêvajoya vîrûsa koranayê herî zêde li ser zarok û jinan bi bandor bûye û got: “Di vê pêvajoya şewbê de jî pêşiya karkeriyê vebû. Bi taybeti gava em li Tirkiyeyê dinêrin hem ji ber qeyrana aborî hem jî ji ber penaberên wê yên ku ji Sûriyeyê hat karkeriya zarokan rolekê girîng digire. Her wiha daneyên TUIK'ê ku parve dike her çiqas girîng jî be ewqas jî bi guman e. Tirkiyê ji sala 2012'an welatiyên Sûriyeyê qebûl kiriye. TUIK herî dawî di sala 2019'an de daneyên karkeriya zarokan weşand lê wekî me got em ji daneyên TUIK'ê re bi guman dinihêrin. Qeyranên bi vê cûreyê di nav civakê de newekheviya heyî kûrtir dike. Wan newekhevî herî zêde xwe hêla aboriyê de dispêrîne. Di vê milê de aloziyên ku malbat dijîn spartina wê ya li ser zarokan jî girîng e ji ber ku zarok an bi daxwaza xwe yan jî ji ber zexta malbatê berê xwe didin karkeriyê. Ji ber vê yekê em jî ji bo pêşeroja zarokan bi fikar in.”
 
‘Zarok ji êrîşa zayendî re rûbirû dimînin’
 
Çîgdem anî ziman ku di demên aloziyan de, ji ber zêdebûna xizaniyê, girtina dibistanan û kêmasiya xizmetên civakî zarokan bêhtir terîkandin karkeriyê û axivî: “Di vê pêvajoyê de bi mîlyaran zarok neçûn dibistanan. Ew jî li ser giştî zarokan bandorek pêk anît. Ger ku dibistan bên vekirin jî ne diyar e ku malbat zarokên xwe bişînin dibistanan. Ew jî ji bo karkeriya zarokan fikarek pêk tîne. Ji xeynî vê zarok bêhtir karên ji bo wan xetere û kedxwariyê re rûbirû dimînin. Di heman demê de fikarek din jî heye, ew jî zarokên karker mumkine ku bi êrîşa zayendî û binpêkirina mafan re bêhtir marûz bimînin.”
 
‘Divê daneyên fermî her sal bên weşandin’ 
 
Çîgdem destnîşan kir ku ji ber daneyên fermî ya derbarê karkeriya zarokan bi awayek rêkûpêk nayê weşandin wan jî aliyê lêkolînê de astengî dijîn û got: “Pêwist e ku daneyên derbara karkertiya zarokan de her sal bên weşandin. Ger ku neyê weşandin di vê mijarê de lêkolînek bingehîn nayê peyda kirin. Ji bo pêşîlêgirtina wan rîskan de divê dewlet erk û berpirsyariyên xwe bînin cih. Ger ku dewlet polîtîkayên xwe yên civakî û polîtîk neguherîne, nikare karkeriya zarokan jî ji holê rake. Her wiha newekhêviyan jî ji holê raneke wê demê wateya tu rapor û mekanîzmayan jî namîne.”