ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 25 Hezîran 2020
  • Rojev
*Parêzera GIYAV’ê Çîgdem Ertak jî destnîşan kir ku ji pêşeroja zarokan bi fikar in û got: “Ji bo pêşîlêgirtina wan rîskan divê dewlet erk û berpirsyariyên xwe bînin cih. Ger ku dewlet polîtîkayên xwe yên civakî û polîtîk neguherîne, nikare karkeriya zarokan jî ji holê rake.” BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê Rexda Hesen bi boneya 5'emîn salvegera komkujiya Kobanê anî ziman ku tevî 5 sal derbas bûye hîn jî wekî do birîna wan teze ye û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya dewleta tirk di 25'ê Hezîrana 2015'an de derbasî Kantona Kobanê bûn, bi rengekî hovane êrîşî  welatiyan kirin û her kesê ku li pêşiya wan derdiket gulebaran dikirin. Dema ku ez behsa komkujiyê dikim dilê min dilerize, ji ber ku hîna bîrîna me teze ye." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Zanîngeha Kobanê, Şêrîn Mislim têkildarî vekirina ji nû de ya Zanîngeha Kobanê ku ji ber Vîrûsa Koronayê ev zêdetirî çar mehan e ketibû betlaneyê wiha got:"Êrîşên tirkiyeyê û Vîrûsa Koronayê demekê xwendina zanîngehê asteng kir, lê dîsa me ji nû de deriyê zanîngehên xwe ji xwendekaran re vekir."  DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Enûd El-Xalid a ku xebatên çandiniyê dike û debara mala xwe jê dike, diyar kir ku ne ji xebatê be mirov nikare debara xwe bike û wiha got: “Pêşxistina xebatên aboriyê rê li ber krîza aboriyê digire. Her tim jin ji bo xwedîkirina mala xwe xwedî tedbîr in. Keda jinê ya li hember sîstemên fetisandina jiyanê her zindî ye.”  DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêvajoya vîrusa korona de jî berdewam kiriye û dijhiqûqî jî berdewam kirine û gotin: “Êrîşên li hember Mexmûr û Şengalê parçeyeke tecrîdê ye. Divê demildest bê rakirin.  DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo, têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê yê Kobanê anî ziman ku dewleta tirk rêxistinên jinan dike hedef û wiha got: "Dema ku jinan xwe bi rêxistin kirin hêzek çareseriyê bi xwe re li pêş xistin, lewma dijmin jinan dikin hedef û bi hemû rêbazên hovane êrîşî vîna wan dikin. Em şopedarê doza Zehra ne." DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku AKP li şûna mafê jiyana jinan biparêze, polîtîkayên şîdetê rewa dike pêk tîne û got tevî danezana ku Komîteya Aliyan di dema vîrusê de weşandiye jî, Peymana Stenbolê pêk nehatiye. DÎMEN HEYE
 
*Phoolan Devî ku tiştên bi wê hat kişandin radestê mêran kir wek ‘Keybanûya Hejdukan’ der basî dîrokê bû.