Kongreya Star bi meşê êrîş şermezar kir

  • 20:05 24 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê şermezar kir.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê yê girêdayî Kantona Kobanê, Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê meşek li navçeya Ehdasê li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Her wiha di meşê de  alê Kongreya Star, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên têkoşer û pankartên bi nivîsa "Bijî berxwedana jinên Kobanê" û "Kobanê tu ne bi tenê yî" hatibûn hildan.
 
'Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin'
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê,Endama Koordînasyona Herêma Efrînê Şaziya Îbrahîm êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em kiryarên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd û bi taybet li ser jinan bi tundî şermezar dikin. Armanca van êrîşan şikandina îradeya jinan e, lê em wek jin tu caran dev ji doza xwe bernadin, em ê her bi dengê azadiyê bang bikin.Em felsefe û fikrê xwe ji Rêber Apo digirin û hêza xwe ji şehîdên xwe digirin, ji ber wê em tu carî serî li hember faşîzmê natewînin."
 
'Divê tevahî jinên cîhanê li dijî dagirkeriyê serî hildin'
 
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo jî êrîş şermezar kir û wiha pê de çû: "Armanca van kiryaran tunekirina xeta jina azad e, lê em wek jin tu caran dev ji azadiya xwe bernadin. Divê tevahî jinên cîhanê li dijî êrîşa Kobanê rabin ser piyan û li hember dagirkeriyê serî hildin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê", "Bimire Îxanet" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.