Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em dev jî îdiaya xwe ya azadiyê bernadin

  • 16:52 24 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan HDP'ê bi navê "Ji bo temsîleyeta hevpar û tevlîbûneke hevpar pergala hevserokatiyê" dosyaya xwe dan nasîn. Di civînê de berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku êrîşên li hemberî siyastemedar û pergala hevserokatiyê tên kirin ne tesadûfîne û got: "Lê em ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin û em dev jî îdîaya xwe ya azadiyê bernadin."  
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li kafeyeke Dîclekenta Peyasa Amedê civînek li dar xist. Di civînê de dosyaya bi navê "Ji bo temsîleyeta hevpar û tevlîbûneke hevpar pergala hevserokatiyê" hat nasandin. Di civînê de berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Di civînê de pankarta "Têkoşîna jinê li her derê ye" hat daliqandin. Parlamenter, rêveber û hevserokên HDP'ê yên bajêr û yên navçeyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, rêveberên DBP'ê yên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û her wiha endamên Meclîsa Jinan a Sosyalîst tevlî civînê bûn.
 
Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Safiye Aktaş nameya Gultan Kişanak a ku li girtîgehê şandî xwend. Di nameyê de wiha hat gotin: "Em silavên xwe ji ve re dişînin. Darbeya li hemberî rêveberên herêmî di îlona sala 2016’an de dest pê kir. 4 sal in vîna gel tê xesp kirin. Di pêvajoya pandemiyê de jî tiştên ku hatin jiyin li ber çava ne. Li hemberî temsîliyeta siyasî operasyoneke siyasî her tim pêk tînin. Li hemberî vîna me xespek pêk tê. Em jin ne tenê di rêveberiyên herêmî de li hemû qadan têkoşînek da û gelek destkeftiyên me hene. Pergala hevserokatiyê nayê wateya parvekirina îqtîdara mêr e. Ji bo temsîliyeta hevpar, wekheviya zayendê û rêveberiyeke kollektîf bû. Li dijî xespkirinê divê têkoşîneke mezin bê dayîn û divê em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Heza me yê ku em bi ser kevin heye. Tenê em piştevaniya xwe zindî bikin."
 
Hevşaredara Silopiya Şirnexê Adalet Fîdan, di civînê de bal kişand ser têkoşîna jinan û da zanîn ku bi hezar sal in jin di nava têkoşînê de ne. Hevşaredara Mêrdînê Fîgen Altandag ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin axivî û diyar kir ku pergala hevserokatiyê bi têkoşîna jinê ya bi salan hatiye bi dest xistin.
 
Ayşe Acar Başaran, da zanîn ku di 15'ê hezîranê de "Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê" hat destpêkirin û bi meşê re li hemberî Maxmûr, Şengal, Şêladizê û herî dawiyê li hemberî Kobaneyê êrîş pêk hatin û di êrîşê de 3 siyasetmedarên jin hatin kuştin. Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îqtîdara AKP'ê û MHP'ê tenê polîtîkayên dijminatiyê li hemberî kurdan dimeşîne. Kuştina 3 siyasetmedarên jinên ên Kobaneyê ne tesadûfi ye û hedef hatin nîşandan. Li Parîsê jî 3 jin hatin kuştin, li Silopiyê 3 jin hatin qetilkirin. Îqtîdar li her 4 parçeyên Kurdistanê êrîşê jinê dike."
 
Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha dom kir: "Êrîşa îqtîdarê ya li hemberî pergala hevserokatiyê jî ne tesadifû ye. Ne tenê îro duh jî êrîşê jinê dikirin. AKP'ê dixwaze pergalekî yek kesî biafirîne. Em tu carî li hemberî êrîşa paşve gav navêjin. Em ê têkoşîna xwe li girtîgehan, li kolanan û li meclîsê bidin meşandin. Em dev jî baweriya azadiyê bernadin."
 
Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.