'Em ê berxwedan û têkoşîna Zehra û rêhevalên wê bidomînin'

  • 15:26 24 Hezîran 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Jinên ku tevlî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Gundê Helincê yê Kobanê bûbûn li dijî komkujiyê helwesta xwe nîşan dan û gotin: "Em bang li jinên cîhanê dikin ku xwedî li jinên Kurd bi taybet jî li jinên Rojava derkevin, ji ber ku jinên Rojava ji bo tevahî jinan têdikoşin. Em ê xwedî li doza Zehra û rêhevalên wê derkevin û têkoşîna wan bidomînin."
 
Duh şev dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) komkujiyek li gundê Helincê yê Başûrê Kobanê pêk anî. Di encama komkujiyê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Muhemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li dijî vê komkujiyê îro welatiyên Kobanê, Endam û Rêveberên Kongreya Star, Partiyên Siyasî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser meşeke girseyî li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûbûn li dijî komkujiyê helwesta xwe nîşan dan.
 
'Em ê xwedî li doza Zehra û rêhevalên wê derkevin'
 
Hevseroka Têkiliyên Diplomasiyê ya Partiya PYD'ê Eyşe Efendî da zanîn ku ne cara yekemîn e dewleta tirk û hevkarên wê komkujiyan li dijî jinan û Gelê Kurd pêk tînin û wiha pê de çû: "Armanca dewleta tirk tunekirina Gelê Kurd û deskeftiyên ku bi dest xistine. Kobanê îro careke din di kesayeta Zehra, Hebûn û Emîne de soza xwe nû dike ku wê xwedî li doza wan derkeve. Bang li jinên cîhanê dikim ku xwedî li jinên Kurd bi taybet jî jinên Rojava derkevin, ji ber ku jinên Rojava ji bo tevahî jinan têdikoşin. Banga me ji kesên azadîxwaz, dilê wan ji bo Kobanê û azadiya Kurdistanê lêdide ku li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bêdeng nemînin. Bêdengiya dewletên navneteweyî, bi taybet jî Rûsiya û Emerika şermezar dikim. Qaşo ji bo parastina welatiyan ji êrîşan li van deveran bi cih bûne, lê em dibînin ku ev dewlet berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re diparêzin."
 
'Em bi komkujiyan xelas nabin'
 
Endama Kongreya Star Semîre Ehmed bi tundî dewleta tirk şermezar kir û got: "Dewleta tirk bi awayekî hov malê welatiyan bombebaran dike û îdea dike ku PKK li vir heye û ji ber wê êrîş dike lê di rastiyê de PKK'ê li vir tune ye. Lê em dibînin ku malên welatiyan topbaran dike ev çi ehlaq û wijdan e? Çi gunehê van jinên siyasetmedar heye ku bibin qurbaniyên êrîşên dewleta tirk. Dewleta tirk bi rêya van êrîşan nikare îradeya me bişkîne, heta kêliya dawiyê em ê li ser şopa Zehra û rêhevalên wê bin. Em bi komkujiyan xelas nabin, dema ku hevaleke me şehîd dibe bi hezaran li ser şopa wê dimeşin. Dewleta tirk çi dike bila bike nikare moralê me ne baş bike."
 
'Dîrok xwe dubare dike'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Hacim di kesayeta Zehra û rêhevalên wê de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anî wiha û domand: "Di 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya dewleta tirk di eynî vê rojê de komkujiyek derheqê welatiyan de pêk anîn, îro dîsa dîrok xwe dubare dike. 3 hevalên me yên jin bûn hedefa dewleta tirk û di encama komkujiyê de şehîd bûn. Tenê ji ber ku di saziyeke civaka sivîl de doza mafê jinê dikirin, dijmin jî ji vê yekê ditirse û îradeya jinê li ser xwe xeter dibîne. Ji ber vê yekê her tim jinan armanc digire. Rast e bi şehadeta wan em diêşin, lê li hember wê vîn û hêza me xurt dibe. Wek Kongreya Star em dewleta Rûs tewanbar dikin ji ber ku ev komkujî bi alîkariya wan hatiye kirin."