Şêniyên Girkêlegê li dijî êrîşên li ser Helincê meşiyan

  • 14:26 24 Hezîran 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên navçeya Girkêlegê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê yê kantona Kobanê bi meşekê şermezar kirin.
 
Dewleta tirk duh di saetên êvarê de bi balafireke keşfê êrîşî gundê Helincê yê kantona Kobanê kir, di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê şêniyên navçeya Girkêlegê daketin qadan û helwestên xwe li dijî êrîşan bi meşekê nîşan dan. Di meşê de bi sedan endamên sazî  dezgehên civakî beşdar bûn.  Meş ji qada şehîd Xebat dest pê kir û di nava bazara navçeyê rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewnên azadiyê  û alên Kongreya Star hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hat kirin. 
 
Li ser navê Meclîsa Malbatê Şehîdan a navçeya Girkêlegê Bahoz Elî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Em êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Hilincê bi tundî şermezar dikin. Êrîşa hovane vîna jina azad û têkoşer hedef girt. Bi van êrîşan dixwazin destkeftiyên şoreşa jinê têk bibin û derbeyekê li kesayeta jinan bixin. Em vê yekê qebûl nakin . Em ê li hember hemû cureyên êrîşan têkoşîna xwe xurt bikin.”
 
Meş bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.