Qeyûm tayînî Şaredariya Sarûcanê ya HDP’î hat kirin

  • 13:38 24 Hezîran 2020
  • Rojane
 
 
XARPÊT -  Qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Şaredariya Sarûcanê ya HDP’î Bekîr Polat û Canan Tagtekin hat kirin. 
 
Li navçeya Depê ya Xarpêtê, duh polisan bi ser mala Hevşaredarên Şaredariya Bajaroka Sarûcanê Bekîr Polat û Canan Tagtekîn de girtibûn û ew binçav kiribûn. Bi hinceta lêpirsîna derbarê wan de hevşaredar Bekîr  û Canan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û Alîkarê Waliyê Xarpêtê Erkan Kaçmaz weke qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. 
  
Bi vê tayînkirina qeyûm re hejmara şaredariyên HDP’ê ku qeyûm tayînî ser wan hatine kirin, derket 46’an. HDP’ê di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de 64 şaredarî qezenç kiribû. Ji van şaredariyan 46 jê qeyûm tayînî ser wan hatin kirin û 6 jê jî bi hinceta ku hevşaredarên wan KHK’î bûn, hatibûn desteserkirin. Tenê 13 şaredarî di destên HDP’ê de man.