KCD'ê bertek nîşanî qetilkirina 3 jinên kurd da

  • 13:32 24 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - KCD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û got: "Desthilatdariya ku her tim van êrîşan bidomîne dê winda bike." 
 
Duh bi şev dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê bombebaran kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Muhemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Derbarê êrîşê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş şermezar kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kurd li kîjan deverên cîhanê bêhnekê bistîn e rastî êrîşa Tirkiye tê. Piştî êrîşa li dijî Wargeha Mexmûrê ya ku di bin serweriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye duh jî li gundê Helîncê ya Kobanê bi SİHA’yan êrîş kir û 3 jinên kurd qetil kir. Em êrîşê bi tundî şermezar dikin.
 
Dijminahiya Gelê Kurd û jinan bûye pirsgirêka esasî ya desthilatdariyê. Beriya niha jî gelek caran me îfade kir û careke din jî em pêwistiyê bi îfadekirinê dibînin. Desthilatdarî her ku van êrîşan bidomîne dê winda bike. Divê gelên me dexlî şerê ku desthilatdar dixwaze di navbera gelan derxe nebe. Yekemîn armanca desthilatdariyê ew e ku şer pêşbixe û bi vî awayî emrê xwe dirêj bike. Ligel ku desthilatdarî dizane pirsgirêka kurd bi şer û polîtîkayên pêkûtiyan çareser nabe û fêdeya civakê tê de tuneye jî ji bo berjewendiyê xwe û di şer de israr dike."