Li Kobanê û Til Temirê êrîşên li ser Gundê Helincê hatin şermezarkirin

  • 13:29 24 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê şêniyên Kobanê û navçeya Til Temirê ya Hesekê daketin qadan û êrîş şermezar kirin. 
 
Duh şev dewleta tirk bi balafirên bêmirov (SIHA) Gundê Helincê yê Kantona Kobanê bombebaran kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li bajarê Kobanê bi hezaran kes daketin qadan û li navçeya Til Temirê jî gel daketin qadan.  
 
Şêniyên Kobanê li dijî komkujiya dewleta tirk meşiyan
 
Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk yên duh, meş li dar xistin û gotin: "Ev êrîş li dijî nasnameya jina azad e, loma em ê ji asta têkoşîna xwe bilind bikin."  
 
Dewleta tirk duh di saetên şev de bi balafirên bêmirov (SIHA) êrîşî malên sivîlan li gundê Helincê li Başûrê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star  Zehra Berkel, Rêveberiya Kongra Star ya navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Di vê çarçoveyê de bi sedan ji şêniyên Kobanê li dijî vê êrîşê meşiyan. Di meşê de wêneyên Zehra Berkel, Emîne Mihemed Weysî û Hebûn Mele Xelîl hatibû hildan. Meş ji qada jina azad dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd dewam kir. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Koordînasyona Kongreya Star Rewşen Hacim êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Di sala 25'ê Hezîrana 2015'an de li Kobanê bi rêya çeteyên DAIŞ'ê komkujî pêk hatibû, îro jî di heman demê de ev bûyer carek din dubare bû. Vê bûyerê careke din eşkere kir ku dewleta tirk ji hêz û vîna jina azad ditirse. Em bi şehadeta Zeyneb Berkel û hevalên din gelek xemgîn in, lê ev nayê wê wateyê ku hêz û hebûna me tune bibe. Em soz didin şehîdên xwe em ê rêya wan bişopînin."
 
Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê şermezar kir û wiha pê de çû: "Ev êrîşa hovane û tirsonek ne cara yekemîne ku pêk hatiye. Dewleta tirk bi partiya AKP'ê re rojane hevpeymanên ku hatine dayîn binpê dike. Em baş dizanin, armanca dewleta tirk ne ewlekariya herêmê ye, berovajî vê dixwazin împaratoriya Osmaniyan
 
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Dewleta tirk bi hemû hêza xwe dixwaze tola binkeftina çeteyên wan di Kobanê de hilîne. Her wiha jinan pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin. Desthilatdar dixwaze bi hedefgirtina jinan raperîna jinan tune bike. Em soza tolhildana ji bo zarokên xwe nû dikin. Banga me ji hemû kurdan re heye ku xwedî li doz û hev derkevin."
 
Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.
 
Li navçeya Til Temirê êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin
 
Îro bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan bi hezaran ji şêniyên navçeya Til Temir û gundewarên wê bi hemû pêkhateyên xwe polîtîkayên ku dewleta tirk li dijî Gelê Kurd li Başûr, Herêmên Parastina Medya, Şengal û Mexmûrê pêk tîne û  her wiha hedefgirtina jinan bi meşeke girseyî şermezar kirin. Meşa ku li Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li kolana Filestîn berdewam kir û li Qada Ş.Qendîl rawestiyan. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî hêza jinên bi rêxistinkirî û ev yek anî ziman: "Îro ji her demê zêdetir em xwedî hêz in, ji ber wê jî di her kêliyê de em rastî polîtîkayên qirkirinê ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ve tên. Li ser rûyê erdê em hêzeke diyarde ne û kes nikare vê rastiyê paşguh bike û yên ku civakê ji êrîşan biparêze û têkoşîna xwe li hember dagirkeran bilind bike, fikrê me yê azad e. Jinên ku li ser axa Mezopotamyayê jiyan û tovên azadiyê çandin ew ê rojekê bigihêjin serkfetinê û ji tevahî Rojhilata Navîn re jî bibe nimûneya jina azad û berxwedêr. Zehra, Fatima û Emîne şopdarê Pakîze, Sêvê, Sakîne, Fîdan û Zîlan in. Xeleka rêxistina jinan qet ji hev nakeve, roj bi roj xurtir dibe û roj bi roj jî şemaqên tund li rûyê dijmin didin." 
 
'Pêwîst e ku Kurdistan tevahî rabe ser piyan'
 
Li ser navê Partiyên Siyasî yên Kurdî Îsmaîl Ferhan êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Li dijî dewleta tirk a dagirker pêwîstî bi yekîtiyekê heye ku rê li ber sûcên wan ên li dijî Gelê Kurd bigirin. Pêwist e ku li her çar parçeyên Kurdistanê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê rabin ser piyan. Bi yekîtiyê û berxwedanê em polîtîkayên dijmin têk bibin."