Meclisa Îştar bertek nîşanî hedefgirtina jinan da

  • 12:14 24 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a  Şehîd Rustem Cûdî (Mexmurê) derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê yê Kobanê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê Gelê Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne. 
 
Duh bi şev dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê bomabaran kir û di encamê de  Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Muhemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Iştar a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniya çapemeniyê êrîş şermezar kirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê endama Meclisa Îştar Rehîme Mijnî ve hat xwendin. 
 
Rehîmê di dstêka axaftina xwe bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha got: “Despêkê de em 3 jinên li rojavayê Kurdistanê şehîd bûne bi bîr tinin û em van kiryarên dij mirovane yên dewleta dagirker a tirk û hemû dewletên ku ji bo komkujiyan alîkariyê didinê şermezar dikin.”
 
'Divê em bêdeng nemînin'
 
Rehîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî li hember êrîşên dewleta tirk û wiha berdewam kir: “Em bang li hemû dewletên navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemîne. Dewleta tirk wê heta kengî mirovên me û jinan bike armaca êrîşen xwe.  Divê em Gelê Kurd li hemberî van kiryaran bê deng nemînin û em helwesta xwe bidin nîşandan. Em dubare dewletên wekî Rusya Amerîka ku alikariya deweleta dagirker a tirk dikin şermezar dikin.  Ger ku ev dewlet ne  hevkarên vê dewletê bin  divê rê nedana êrîşên bi vî rengî. Em van êrîşên dij mirovane rureş û şermezar dikin.”
 
‘Çi dibe bila bibe em dest ji doza xwe bernadin’
 
Endama Meclîsa Îştar Rehîme Mijinî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heta dawiyê ji em ê li ser rêya şehîdên xwe bin.  Çi dibe bila bibe em dest ji doza xwe bernadin.  Heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Daxuyanî bi duruşmên; "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo",‘"Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.