Li Dêrikê êrîşên dewleta tirk ên li ser Gundê Helincê hat şermezarkirin

  • 11:26 24 Hezîran 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Bajarê Dêrîkê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Gundê Helincê şermezar kir. 
 
Duh şev dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê yê girêdayî Kantona Kobanê kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Bajarê Dêrikê jî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezar kir. Di daxuyaniyê de sazî û dezgehên sivîl amade bûn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrîkê Wesfê Murad ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Şevê din dewleta tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gundê Helincê yê Kobanê kir ku di encamê de 3 jinî jiyana xwe ji dest dan yek ji wan jî Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê  Zehra Berkel bû, em îro li vir êrîşên dewleta tirk  şermezar dikin. Di kesayeta heval Zehra û hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê de em wan bi bîr tînin. Bila dewleta tirk baş zanibe ku em tu carî serê xwe natewînin û her tim em ê li ber xwe bidin. Kanî dewletên navneteweyî yê ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin? Çima heta niha bêdeng in? Em wek gelê bajarê Dêrikê û bi taybet jin em ê bê deng nemînin û li dijî van êrîşan ên ku jinan hedef digirin xeta berxwedanê mezin bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.