'Li dijî êrîşên topyekun berxwedaneke topyekun'

  • 09:09 24 Hezîran 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer - Medya Uren
 
AMED - Kampanyaya Meclîsa Jinan a HDP'ê ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her dere ye" hatibû destpêkirin didome. Aktivîsta TJA'ê Zelal Bîlgin diyar kir ku girtin û binçavkirin xebatên wan asteng nake. Aktîvîsta TJA'yê Nevriye Çur jî wiha got: "Tehemûla me ji qetilkirina jineke din re û ji xespkirina îradeya me re nemaye."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 10’ê Hezîranê de bi dirûşmeya “Têkoşîna jinê li her derê ye” kampanya dan destpêkirin. Kampanya li ser 4 merheleyan pêk tê. Jin dê li ser mijarên wekî pêşnûmeqanûna efûkirina tecawizkaran, Qanûna Înfazê ku bû sedema berdana gumanbarên şîdeta li hember jin û zarokan, tayînkirina qeyûman, xestpkirina vîna gel û kuştina jinê rawestin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bilgîn û Nevriye Çur têkildarê kampanyayê ji ajansa me re axivî. 
 
Zelal, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî jinê û mijar wiha şîrove kir: "Îqtîdara AKP û MHP'ê ji bo xwe li ser lingan bigire êrîşê jinan dike. Ji bo jin serî ranekin hemû rêyan diceribînin. Hemû deskeftiyên wan desteser dikin. Ji qada siyasetê heya qadên sivîl ji hemû qadan mehrûm dikin û dixwazin qalibek nû jêre biafrînin. Ger em li polîtîkayên rêvebirina herêmî yên HDP’ê temaşe bikin em ê bibînin ku di temsîliyetê de wekhevî û her wiha di qada siyasete de jimara jinan zêde dibû. Ev ji îktidarê ditirsîne.”
 
‘Li hemberî vîna jinê darbe!' 
 
Zelal di axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Peymana Stenbolê ji bo me destkeftiyek e û Qanûna 6284’an ji bo me destkeftiyek e. Jin bi têkoşinê wan tiştan bi dest xist. Lê niha hikûmet bi feraseta xwe jinê tenê dihele û jinê mehkûmê şîdetê dike. Îqtîdar bi pergal û qanûnên ku derdixe kuştin û şîdeta li hemberî jinê zêdetir dike. Bi awayî fîzîkî, derûnî û aboriyê jinê tengav dikin. Her wiha ji bo tişta herî girîng jî êrîşên li hemberî rêveberiya heremî ne û li vir êrîşê pergala hevserokatiyê dikin. Bi dehan komeleyên jinan ên girêdayî şaredariyê bûn hatin girtin. Tayinkirina qeyûman di esasê xwe de darbeya li hemberî vîna jinê ye." 
 
'Girtin û binçavkirin xebatên me asteng nakin'
 
Zelal, destnîşan kir îqtîdar bi polîtîkayên asîmlasyonê dixwazin di serî de jin û pişt re jî civakê tune bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin li her qadê xwe û destkeftiyên xwe diparêze. Lê hûn jî dizanîn demên borî li hemberî Komeleya Jinan a Rosayê êrîşek pêk hat. Komele li hemberî tundî, tacîz û kuştinan navnîşanek bû. Jinên ku li vir dixebitin kurd bûn û ango ji ber ku li herêmê dixebitin û bû hedefa hikûmetê. Xwestin xebatên komeleyê îlegalîze û krîmînalîze bikin. Divê baş bê zanîn ku binçavkirin û girtin pêk bên jî dê bi dehan jin dîsa di nava xebatên komeleyê de cih bigirin û dê xwe bighînin jinan. Girtin û binçavkirin xebatên me asteng nake."
 
‘Em ê mijarên sereke bixin rojevê’
 
Zelal, diyar kir ku di şîdet, tacîz û tecawiz û kuştina jinê di vê pêvajoyê de zêde bû û wiha behsa mijarê kir: "Ji ber van sedeman me pêwîstî bi kampanyeyek bi vî rengî dît. Di çarçoveya kampanyayê de em ê bêtir werin gel hev. Em ê bi çalakî û meşan dakevin qadan û li ser medyaya civakî ji çalakiyên xwe bidomînin. Em ê bi çalakiyên xwe nîşan bidin ku jin li her derê ne. Em ê ser efûkirina tecawizkaran rawestin û vê mijarê bixin rojev her kesî." 
 
'Êrîşek topyekun heye'
 
Nevriye, diyar kir ku divê jin xwe li her derê bi rêxistin bikin, li dijî êrîşên topeykun berxwedaneke topyekun bidin destpêkirin û wiha berdewam kir: "Tundiya mêr li her derê xwe nîşan dide û li hemû deveran jin hedefa van êrîşan e. Li Rojava, Şengal, Tirkiye, herêma me, Afrîka, Misir, Hindistan û li her deverên cîhanê jin di bin serweriya mêr de tên çewisandin. Îradeya jinan nayê naskîrîn û gotina wan esas nayê girtin. Li hemû qadan jin tune tên hesibandin. Hebûna civakê bi hêza jinê pêkan e. Ji ber wê mêr bi êrîşên xwe civakê hedef digirin." 
 
'Em bêdeng namînin'
 
Nevriye qirkirina jinan a ku roj bi roj li herêmê û li Tirkiyeyê zêde dibe, êrîşên li ser destkeftiyên jinan nirxandin û got ku ew wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA hewl didin li her derê van êrîşan vala derxînin. Nevriyeyê diyar kir ku jin xwedî hêza guhertinê ne û wiha berdewam kir: "Ji hêza me ya guherbar ditirsin. Ev tirs jî dibe sedema êrîşên wan ên tund û ji bo ku têkoşîna me têk bibin çi ji destên wan tê dikin. Lê em natirsin û êrîşên wan ên li dijî jinan û destkeftiyên jinan qebûl nakin. Em hêza xwe dizanin û em ê vê hêza xwe heta dawî bi kar bînin. Wekî bi salan ku em dibêjin, em li dijî pergala serdest a mêr bêdeng namînin. Em ê rêxistinbûna jinan xurt bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'Êdî tehemûla me nemaye'
 
Nevriye diyar kir ku ew ê  di çarçoveya kampanyaya Meclisa Jinan a HDP'ê de li her derê li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi dirûşma xwe ya 'Têkoşîna jinê li her derê ye' her cihî bi boyaxa xemrî bi resimînin û em ê jin, deng û rengê xwe diyar bikin. Tehemûla me ji qetilkirina jineke din re, xespkirina îradeya me, êrîşên li dijî pergala hevserokatiyê, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan û ji tecawizkarên ku li kolanan serbest digerin re nemaye."