‘Kujer hêza xwe ji dewletê digirin’

  • 09:05 24 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Endama Meclîsa HDP’ê ya Rezanê Evîn Yelboga diyar kir ku dewlet bi zext û zordariyên li ser saziyên jinan dixwaze têkoşîna jinan krîmînalîze bike û anî ziman ku li dijî van polîtîkayan divê jin bi hev re têbikoşîn û rêxistina xwe xurt bikin.  
 
Êrîşên li ser sazî û xebatên jinan her ku diçe zêdetir dibin. Di 22’ê Gulanê de operasyoneke navenda wê Amed hat destpêkirin û di nav de endamên TJA’yê, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê jî hebûn 18 kes hatibûn binçavkirin û ji van jinan  12'yên wan hatin girtin. Piştî vê oparasyonê dîsa bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di lêpirsîneke ku hat destpêkirin  de di  7’ê Hezîranê de bi ser malan de girtin û endama Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen û Gulîstan Nazlier jî tê de 6 kes hatin binçavkirin. Gulîstan Nazlier hat girtin û Suzan Îşbîlen jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Herwiha dîsa piştî van pêkanînan polîsan li Amedê bi ser malan de girt. Di encama vê serdegirtinê de jî Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan û Aktivîsta TJA'yê Jiyan Taş hatin binçavkirin. Her wiha di demên dawîn de tundî û kuştina jinan jî zêdetir bûye. Endama meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rezana Amedê Evîn Yelboga derbarê van êrîşan de nirxandin kir.  
 
‘Em her roj agahiyên kuştina jinan şiyar dibin’
 
Evînê got ku kuştina jinan gelek zêde bûye û wiha berdewam kir : “Kuştina jinan ewqas zêde bûye ku ji bo civakê êdî bûye ji rêzê.  Em her sibeh bi nûçeyên derbarê kuştina jinan şiyar dibin. Her roj jin  ji aliyê bavên xwe, birayen xwe, ango kesên bi wan re tên zewicandin ve tên qetilkirin. Civaka serdest ya mêr li gorî daxwaza xwe rola jinê diyar kiriye û ev jî heta bi zewaca di temenê zarokatiyê de diçe. Divê jin li dijî vê ferasetê têbikoşin.”
 
‘Bi wan êrîşan dixwazin xebatên jinan krîmînalîze bikin’
 
Evînê anî ziman ku qanûna înfazê gelek bersûcên tundî pêk anîn serbest berdan û ev bersûc niha tundiya xwe didomînin. Evînê wiha axivî: “ Niha jinên ku li dijî pêkanînên dijminatiya jinê têdikoşin dibin hedef. Êrîşên li dijî aktivîstên TJA, endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê darbeya li dijî têkoşîna jinê ye. Bi wan êrîşan tê xwestin ku wan saziyan îllegalîze bikin. Lê dîsa jî têkoşîna me berdewam dike.  Her wiha di vê pêvajoyê de ji ber krîza aorî desrxistina ji kar zêde bûye û ew jî herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Li ser vê emxdûrkirina jinan jî xebatên Komeleya Rosayê hebûn û bi jinan re diket têkiliyê.”
 
‘Kiryar hêza xwe ji dewletê digire’
 
Evînê destnîşan kir ku kiryar hêza kuştinê ji dewletê digirin û got: “Kiryar ji ber ku ji dewletê piştrastin û dizanin wê neyên cezakirin bi hêsanî jinan dikujin.  Li tevahiya cîhanê jin tên qetilkirin lê li Tirkiyeyê ev kuştin bi destê dewletê tê rewakirin. Desthilatdariya ku êrîşî jinan dike bi taybet têkoşîna jinên kurd hedef digire. Lê Jinên kurd bi wan polîtîkayên dewletê dev ji têkoşîna xwe bernadin. Lê pêdiviya jinan bi têkoşîneke rêxistinkirî heye.”