'Şervanên jin destanên qehremaniyê di şerê li dijî terorê de nivîsandin'

  • 09:01 24 Hezîran 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Berdevka Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah diyar kir ku têkoşerên jin di tunekirina terora DAÎŞ'ê de xwedî roleke girîng in û wiha got:"Şervanên YPJ'ê di qada şerê li dijî DAÎŞ'ê de xwedî roleke girîng in. Şervanên jin dîsa careke din destanên qehremaniyê di şerê li dijî terorê de nivîsandin. Armanca me ew e ku mirov aram bijîn."
 
Pêngava Tunekirina Terorê di 4'ê Hezîrana 2020'an de li gundewarên Başûrê Hesekê yên Herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqê heta sînorê Baxozê li gundewarên Dêrezorê, dest pê kir. Qonaxa yekemîn a pêngavê di 10'ê Hezîranê de bi dawî bû. Têkildarî mijarê Berdevka Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah nirxandin kir. 
 
'Parastina jiyana sivîlan erka me ye'
 
Lîlwa di destpêka axaftina xwe de, da zanîn ku di demên dawî de û bi êrîşên dewleta tirk, komên girêdayî wê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din teror zindî dibe û wiha domand: "Di êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ'ê carek din ketin nava tevgerê û sivîl ji xwe re kirin armanc. Weke şervanên YPJ, YPG û QSD'ê erka me ye em sivîlan ji çeteyan biparêzin û jiyaneke bi ewle ji wan re biafirînin."
 
'Di demên dawiyê de êrîşên şaneyên DAIŞ'ê zêde bûn'
 
Lîlwa bal kişand li ser girîngiya Pêngava Tunekirina Terorê û wiha got: "Ji bo ku em sivîlan ji terorê xelas bikin me biryara destpêkirina Pêngava Tunekirina Terorê girt. Pêngav bi koordînasyona leşkerî re di navbera hêzên me û hikûmeta Iraqê de, bi hevkariya hêzên koalisyonê ji bo peydakirina ewlehiya herêmên sînor û parastina aramiya navxweyî pêk hat. Ji bo parastina jiyana niştecihan ji êrişên şaneyên DAIŞ'ê ku di demên dawî de zêde bûne, hêzên me bi dirêjahiya 175 km.  û bi kûrahî 60 km. herêm paqij kirin. Her wiha 150 gund jî hatin paqijkirin."
 
'Di pêngavê de 110 çete hatin girtin'
 
Lîlwa destnîşan kir ku di pêngavê de hejmarek ji çeteyan hatin girtin û wiha pê de çû: "Di encama operasyona paqijkirinê de hêzên me 110 çete û  hin kesên ku bi gumana têkiliyên wan bi şaneyên DAIŞ'ê re hene girtin. Her wiha hêzên me gelek çekên giran, madeyên hişbir û alavên teqemeniyê desteser kirin."
 
'Şervanên jin destanên qehremaniyê di şerê li dijî terorê de nivîsandin' 
 
Lîlwa di nava axaftinên xwe de bal kişand ser rola şervanên jin a di têkbirina hêzên terorê de û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Çeteyên DAIŞ'ê ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin bû. Şervanên jin dîsa careke din destanên qehremaniyê di şerê li dijî terorê de nivîsandin û erka xwe bi cih anîn. Ehlaqên şervanên jin û girêdana wan a bi doza azadiyê re bû mînak. Ji bo mirovan canê xwe feda kirin. Jixwe hemleya me jî li ser esasê daxwaza gelê herêmê bû. Armanca me ew e ku mirov aram bijîn. Di demeke nêz de wê pêngava duyemîn jî dest pê bike."