Îlham Ehmed: Tirkiye ji wêrektiya jinan tirsiya

  • 08:54 24 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Lijneya Birêvebirina MSD'ê Îlham Ehmed, têkildarî qetilkirina 3 jinan de wiha got:"Tirkiye ji wêrektiya û mezinbûna jinan tirsiya."
 
Do saet di 19.00'an de tirkiyeyê bi balafirên bê mirov (SIHA) li gundê Helincê yê Kobanê da û di encamê de Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endma Kongreya Star  Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest da. Seroka Lijneya Birêvebirina MSD'ê Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir. Îlhamê bi peyama xwe bal kişand ser tirsa dewleta tirk a ji îradeya jinan. 
 
Îlhamê di peyama xwe de wiha got:
 
"3 jinên kurd di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye ji wêrektiya û mezinbûna jinan tirsiya. Divê dawî li vê hovîtiyê bê."