Di encama êrîşên dewleta tirk de Zehra Berkel û Hebûn jiyana xwe ji dest dan

  • 22:11 23 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Îşev di saetên êvarê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê kir.Di encama êrîşan de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û endama Kongreya Star Hebûn jiyana xwe ji dest da.
 
Îşev di saetên êvarê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê kir û di encamê de maleke welatiyan hat hedefgirtin. Li gor agahiyên ku hatine girtin di encama bombebaranê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan.
 
Zehra Berkel jiyana xwe ji dest da
 
Di encama êrîşan de Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.