Dewleta tirk bi balafirên bê mirov li gundê Helincê da

  • 21:37 23 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Îşev di saetên êvarê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê kir.
 
Îşev di saetên êvarê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê kir û di encamê de maleke welatiyan hat hedefgirtin. Li gor agahiyên ku hatine girtin di encama bombebaranê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan.
 
Di encama êrîşan de Endama Koordinasyona Kongreya Star a HerêmaFiratê Zehra Berkel û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.