Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk hat tehliyekirin
- 15:20 23 Hezîran 2020
- Rojane
RIHA - Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin di danişîna duyemîn de hat berdan.
Hevseroka Şaredariya Navçeya Pirsûsê ya Rihayê Hatîce Çevîk ji wezîfeyê hatibû girtin, qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û pişt re hatibû girtin. Derbarê Hatîce de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Rihayê hat lidarxistin. Hatîce bi rêya dîmen ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Ahmet Ceylan, Îsmîla Bulbul û Muslum Baran jî di danişînê de amade bûn.
Hatîce sûcdariya li ser xwe red kir û diyar kir ku ji bo qeyûm were tayinkirin hin îdia derbarê wê de hatine kirin. Hatîce got derbarê wê de tu delîlek şênber wê sûcdar bike nîne û xwest were berdan.
Parêzeran jî anî ziman ku girtina miwekîla wan bêhiqûqî ye û xwestin were beratkirin.
Şandeya dadgehê piştî parastinê biryara berdana Hatîce da.
Danişînek din a dozê taloqî 27’ê cotmehê hat kirin.