Meclîsa Malbatên Şehîdan bi meşê êrîşên dewleta tirk şermezar kir

  • 13:33 23 Hezîran 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina medya, Mexmûr û Şengalê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê meşek girseyî li dar xist. Di meşê de alê Meclîsa Malbatên Şehîdan û wêneyên pakrewanên azadiyê hatibû hildan. Meş li ber navenda Kongreya Star dest pê kir û li ber navenda ciwanên şoreşger veguherî mîtîngê.
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Hikmet Elhebîb êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Kurdistanê şermezar dikin. Gelê Kurd di Sûriyeyê de bi salên dirêj ji aliyê Rejîmê ve bê maf û nasname hat hiştin. Îro jî bi heman zîhniyetê dewleta tirk li tevahî Kurdistanê êrîşî nirxên Gelê Kurd dike."
 
Li ser navê Ciwanên Şoreşger jî Brûsk Silêman êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha pê de çû: "Em êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevahî ciwanên kurd dikin ku bila li dijî êrîşan rabin. Ji ber dem ew deme ku em axa xwe biparêzin. Îro neyarên Gelê Kurd ji bo ku em nebin xwedî nasname êrîşî me dikin. Em jî wek ciwan şev û roj di nava kar de bûn da ku destkeftiyên ku Gelê Kurd bi dest xistine biparêzin."
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.