'Xwe nas bikin û birêxistin bikin'

  • 12:13 23 Hezîran 2020
  • Rojane
Almas Nayif-Viyan Said
 
ŞENGAL - Meclisa Borik a Şengalê 4'emîn konferansa xxwe li dar xist. Di konferansa ku hat lidarxistin de gelek jin amade bûn.
 
Meclîsa Borik a Şengalê ji bo rêxistina xwe xurt bike li avahya xwe 4'emîn Konferansa xwe pêk anî. Di konferansa ku duh hat lidarxistin de hat diyarkirin ku civaka êzîdî xwe rêxistin dike û zehmetiyên ku pê re rûbûrû dimîne bi avayekî demokaroktîk çareser dike. Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkin ku herî zêde jinên êzidî xwe brêxistin kirine. Jinên ku tevli konferansê bûn ji ajanasa me re axivîn.
 
Endema Meclîsa Giştî ya Borik Meyan Xwedêda  ku tevli konferansê bû wiha got: “Piştî fermanê me wek civka êzidî meclîsên xwe ava kirin. Me xwe bi rêxistin kir û civaka xwe nas kir. Îro em konferansê li dar dixin. Ev konferansa me ya 4'emîne û em salê carekê konferansê li dar dixin. Em hemû karê xwe dinirxînin û bi hev re dikin çi jin û çi mêr em bi hev re ji bo gelê xwe rêxistin bikin têkoşînê didin."
 
Meyanê wiha dawî li axaftgina xwe anî: “ Ez weke endama meclîsê daxwez dikim ku kesên ji Şengalê koçber bûne careke din werin ser axa xwe.  min gelê xwe dilkim vegerin ser axa. Weka berê jiyana xwe berbas bikin bi hevra rêxistinên xwe xortir avabikin.
 
Lîza Elî ya ku yekem car tevlî konferansê dibe jî wiha dibêje: “ Beriya fermanê keça êzidî ji malê xwe dernediket. Niha em lê dinerin her kes zane ku li Şengalê jinên êzidî xwe bi rêxistin dikin. Ji ber ku tevli konferansê bûm ez gelek kêfxweş im. Daxwaz dikim ku hemû jinên êzîdî bila xwe nas bikin û rêxistina xwe xurt bikin.”