'Bêdengî tê wateya qebûlkirina êrîşan'

  • 12:09 23 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên li Wargeha Mexmûrê dijîn bertek nîşanî êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê dan û gotin: "Bêdengî tê wateya qebûlkirina êrîşan. Em bang li kurdistaniyan dikin li dijî êrîşan li ber xwe bidin." 
 
Di 15'ê hezîranê balafirên arteşa tirk êrîş bir ser Herêma Federal a Kurdistanê û Mexmûr, Şengal û Qendilê bomberan kir. Di 19'ê Hezîranê de ji êrîşê gundê Sidekan a li ser herêma Şêladizê kir 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Jinên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dijî bertek nîşanî êrîşan dan. 
 
Bêrîvan Kaya, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze kurda tune bike û her wiha di heman demê de jî dixwaze xwezaya Kurdistanê ji tune bike û desteser bike. Bila her kes baş bizane ku li dijî van êrîşan me tucarî serî ne tewandiye û em îro ji serî natewînin. Hikûmeta Herêmî, Hikûmeta Navendî, saziyen mafên mirovan û hemî cîhan li hemberî êrîşên ku pêk tên çavên xwe girtiye. Bêdengiya wan tê wateya ku ew ji şirîkê van êrîşan e. Em bang li kurdistaniyan dikin hemû kesên xwedî xiret û rehma mirovahiyê pêre heye li dijî van êrîşan rabin ser xwe û dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin." 
 
Himaîl Nêrwehî jî bal kişand ser êrîşan û wiha got: "Di sala 1994' an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk em li ser ax û gondê xwe koçber bûn hatin başûrê Kurdistanê. Heta em hatin Wargeha Mexmûrê me 8 war guhert. Em bi gelek zorî û zehmetiyan re rûbirû man. Ev 27 sal in ku em ji ber zilma dewleta Tirk xilas nebûne li rexa din ji hikûmeta PDK' ê hevkariya dewleta Tirk dike. Niha jî li hemberî wargehê amborgoyek heye. Ji bo wargeh bê valakirin êrîşê wargehê dikin."
 
Zekiye Kaçan êrîşên ku pêk hatî şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dewleta Tirk bombe dibarîne li ser başûrê Kurdistanê. Em li dijî van êrîşan tu carî serî natewinîn û ez bang gelê Başûr û her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin û li ber xwe bidin."