Eylem a bi pitika wê re şandin girtîgehê şîrê wê qut bû

  • 11:02 23 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Parêzerê Eylem Oyunlu ya ku bi du zarokên xwe re hat girtin Yusuf Çakas, diyar kir ku ji ber Eylemê nayê xwedîkirin şîrê wê qut bûye û nikare zaroka xwe  şîr bide.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê de di 17'ê Hezîranê ji bo Îfadeyê bang li Eylem Oyunlu (27) Kiribûn. Eylem a ku bi îdiaya "endama rêxistinê ye" îfadeya wê hat gitin, Dadgeriya Sulhê ya Licê derbarê wê de biryara girtinê da. Eylemê li gel pitika xwe ya 10 rojî û zaroka wê ya 2 salî şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.  Parêzerê Eylem a ku bi du zarokên wê re girtin  Yusuf Çakar, diyar kir ku ji bo keseke di vê rewşê de çareya herî dawîn divê girtin be û xwest ku muwekîla wî serbest bê berdan.  
 
'Qanûn nayê pêkanîn'
 
Yusuf diyar kir ku dema Eylemê hatiye girtin pitika wê ya 10 rojî û keça wê ya 2 salî jî li gel wê hatiye girtin û rewşa Eylemê ji bo ku di girtîgehê de bimîne ne guncav e.  Yusuf wiha berdewam kir: "Tişta em dixwazin di dosyayê de bibêjin ev e. Em naxwzin ku bikevin niqaşên sucdar an ne sucdar. Li vê jineke çilînî ku gazî îfadê kirine heye. Dîsa ji bo jinên ducanî qanûneke din ku divê neyên girtin hat derxistin. Lê em dibînin ku li di vir de qanûn nehatiye pêkanîn. Ger ku ev qanûn ji bo vê dosyayê neyê bikaranîn wê kengî bê bikaranîn. Em li vê rewşa jineke çilînî ku nikare bireve dikin."
 
'Ji ber ku xwedîkirineke baş tune ye şîrê wê qut bû'
 
Yusuf derbarê rewşa Eylemê û dosyaya derbarê wê de jî ev tişt got: "Divê ku muwekîla min li şûna girtî tê darizandin divê bi şertê kontrola edlî bihata berdan. Li di vir de girtineke bêpîvan heye. Muwekîla min niha li Girtîgeha Jinan a Amedê tê girtin û bi tena xwe di karantînayê de tê girtin.  Tenê rojê carekê dikare derkeve hewadariyê. Li odeya ku dimîne tiştekî wekî Tv radyo ku zarok pê mijûl bibe jî tune ye.  Di hevdîtina ku min roja borî bi muwekîla xwe re kir de, muwekîla min diyar kir ku xwedîkirineke baş ji bo wê nayê kirin û ji ber wê şîrê wê qut bûye. Zarok jî ji her ku girtine girtîgehê serê wan nehatiye şûştin. Herwiha ji ber lêpirsînê muwekîla min hîna nasnameya pitika xwe jî dernexistiye.  Ji ber ku nasnameya wê tune ye ji roja ji dayik bûye jî nikaribûye bibe nexweşxaneyê.  Muwekîla min diyar kir ku pitika wê nikare çavê xwe veke û roja borî jî ji çavê wê xun herikiye. Herwiha li revîrê jî hatiye diyarkirin ku di çavê pitika deh rojî de pirsgirêkeke cidî heye."
 
'Me îtîraz kir'
 
Yusuf diyar kir ku wan îtîrazî biryara Dadgeriya Sulhê ya Licê kiriye û ev tişt got: "Ji bo ku îtîraz bê kontrolkirin wê bişînin Dadgeriya Sulh Ceza ya Nobedar a Amedê. Lê hîna dosya nehatiye. Herwiha me serî li dozgeriyê jî da û me got girtineke bêpîvan heye lê hîna tu bersîv nedane me."