Leyla Guven ji bo kampanyaya navneteweyî banga piştevaniyê kir

  • 10:05 23 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED-Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku kampanyaya rêxistinên jinan ên navneteweyî ya ji bo girtiyên siyasî ew ê bê destpêkirin gelekî girîng e û got:"Divê her alî piştgiriyê bidin vê kampanyayê."
 
Rêxistinên navneteweyî yên jin di rojên pandemiya (Covid-19) de ji bo girtiyên siyasî bên berdan di 19'ê Gulanê de dest bi kampanyaya "Piştevanî ew ê me bide jiyîn" kirin. Li Tirkiyeyê tevî Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek rêxistinên civaka sîvîl piştgirî dan vê kampanyayê. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi lêv kir ku ji ber pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin loma niha gelek girtiyên siyasî di girtîgehan de tên girtin û ji bo kampanyaya "Piştevanî ew ê me bide jiyîn" ya ji bo girtiyên siyasî hatiye destpêkirin banga piştevaniyê kir. 
 
'Divê kampanya bê xurtkirin'
 
Leylayê anî ziman ku berdana girtiyên siyasî xaleke girîng e û wiha got:"Dema em li girtîgehên welêt dinêrin gelek binpêkirinên mafan hene. Gelek pirsgirêk hene. Mafên wan bi li gor kêfa dilên kesan tên xespkirin. Bi cezayên dîsîplînê dixwazin girtiyan bêdeng bihêlin. Loma her kampanyayên ji bo girtiyan tên destpêkirin girîng in. Ev kampanya gelekî bi wate ne. Divê kampanya bê xurtkirin. Ger dengê wan nagihêje derve divê em dengê wan bigihêjin derve. Ji bo îktidar gavekê biavêje divê çi ji destên me bê em bikin. Loma ev kampanyaya li derveyî welêt hatiye destpêkirin ji bo me gelekî girîng e. Heger ev kampanyaya li derveyî welêt mezin bibe ew ê girtî jî derkevin. Ev têkoşîneke dûdirêj e lê ez dibêjim em ê teqez bi ser bikevin. Ev mijar me hemûyan eleqeder dike. Ji bo hevalên me yên girtî derkevin divê em hemû peywira xwe bi cih bînin."