Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşan meşiyan

  • 09:20 23 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrîşên dewleta tirk a li ser Mexmûr, Şengal, Şêladiz û Qendîlê meşeke girseyî bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel li dar xistin.
 
Dewleta tirk operasyoneke berfireh li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û di 15'ê heziranê de hemwext êrîş birin ser Mexmûr, Şengal û herêmên parastinê yên medyayê. Her wiha di 19'ê Heziranê de jî seranser herêma Kurdistanê bi balafirên şer bombebaran kirin û di encamê de 5 hemwelatiyên gundê Sidekanê ya herêma Şêledizê hatin qetilkirin. Li dijî van êrîşan şêniyên Şêladizê rabûn serhildanê.  Ji bo piştgirîdayina serhildana şêniyên Şêladizê û ya gelê Başûrê Kurdistanê şêniyên wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel meşeke girseyî li dar xis tin. Meş li ber deriyê şaredariya wargehê hat destpêkirin û heta ber deriyê Neteweyên Yekbuyî berdewam kir. Di meşê de wêneyên serhildana Şêladizê hatin rakirin û dirûşmên, "Berxwedan jiyan e",'Bijî berxwedana Şêladizê", "Bijî berxwedana Gelê Kurd' hatin berzkirin. Meşa ku heta ber deriyê Neteweyên Yekbuyî berdewam kir bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve hat xwendin. Beriya daxuyanî dest pê bike, ji bo bîranina têkoşerên Şêladizê û Cenga Hefteninê deqeyek rêz hat girtin. 
 
'Êrîş encama zîhniyeta faşîzan e'
 
Gurbetê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: "Zihniyeta faşîzan a  tunekirina hebûn û destkeftiyên Gelê Kurd carek din bi aweyekî herî dijwar di meriyetê de ye. Dewleta dagirker ya faşîst bi zîhniyeta  AKP’ê û MHP’ê ya çetewarî bi hemû hêzên xwe li ser gelê  Kurd û tevgera azadiyê dide meşandin. Lê em vê yekê bi awayekî eşkere dibînin ku armanca vê zihniyeta dagirker û faşîzane bi temamî dagirkirina xaka Kurdistanê û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e. Êrîşên dewleta dagirker ên li ser Başurê Kurdistanê bi awayekî eşkere didin diyarkirin ku pergala serçete Erdogan êrîşî hemû nirx û destkeftiyên gelê Kurd dike. Divê em hemû vê pirsê ji xwe bikin, çi karê dewleta dagirker li Başûrê Kurdistanê heye? Ji bo dewleta dagirker ya tirk û serçete Erdogan hemû destkeftiyên gelê Kurd xetere ye, ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe ya heyî vê êrîşê li ser Kurdên berxwedêr dike."
 
'Ciwan armanc girtin'
 
Gurbetê girîngiya têkoşîna ciwanan bi bîr xist û ev tişt got: "Komkujiya ku li Şêladizê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat nimûneya herî ber bi çav e. Ciwanên ku bûne sembola raperîna Şêladizê ya li hember dagirkerî ya dewleta tirk û hebûna baregehên dagirkeriyê ya li ser xaka Kurdistanê kirin armanc. Ev ciwan pêşengên raperîna li hember dagirkeriyê bûn. Gelê Kurd hemû baş dizane serçete Erdogan bi çeteyên xwe êrişî gelê Kurd kir. Destpêke li Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê hovitiya xwe da nîşandan. Lê em baş dizanin ger çeteyên Erdogan li Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê nehatina tunekirin wê bi awayekî giştî Başûrê Kurdistanê bi hovitiya çeteyên Erdogan yên bi navê DAIŞ’ê  re rû bi rû bimana. Lê dema hêza Kurd ya hevpar li Mexmûr, Şengal û Rojava çeteyên Erdogan bin xistin û têk birin. Ger hevkariya Kurdê nuker û xayîn nebe dewleta dagirker a tirk nikare yek rojê jî li ser axa pîroz ya Kurdistanê bimîne. Wek gelê Mexmûrê em bang li gelê Kurd û hemû hêzên siyasî yên ku xwe nûnerê gelê Kurd dibînin dikin, bila li ser bingehê siyasetek hevpar ya ku di berjewendiyên gelê Kurd de kom bibin û li hember dagirkeriya Erdogan têkoşîn bikin."
 
Gurbetê bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: "Her wiha em êrîşa hêzên PDK’ê û hêzên YNK’ê yên li ser xwepêşandanên rûmetê yên li Şêladizê û Silêmaniyê şermezar dikin. Serhildan û raperîna li hember dagirkeriyê ya gelê Şêladizê û Silêmaniyê pîroz dikin. Pêwîst e hemû gelê Başûrê Kurdistanê li van raperînên rûmetê xwedî derkeve û dakeve qadan, li hember dagirkeriya dewleta tirk û xiyanetkarên di nava gelê Kurd de rabin.”
 
Piştî daxuyaniyê meş  bi dirûşmên "Bijî berxwedana li hember dagirkeriyê", "Bijî berxwedana Gelê Kurd ê berxwedêr", "Bimre dagirkerî" û "Şehîdên azadiya Kurdistanê namirin" bi dawî hat.