‘Li dijî şîdetê çareserî têkoşîna yekbûyî ye’

  • 09:18 23 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRSÎN - Endamên Tora Piştevaniya Jinan a Mersînê, diyar kirin ku di pêvajoyeke ku gotinên dijminê jinê zêde bûye de şîdeta li ser jinê jî zêde kiriye û got: “Em bi piştevanî û têkoşîna jinan bawer dikin. Divê torên piştevaniyê bên berfirehkirin û li dijî şîdetê têkoşîn bê mezinkirin.”
 
Li Tirkiyeyê jî wek cîhanê di pêvajoya pandemî de şîdeta mêr zêde bû. Di meha hezîranê de li gorî nûçeyên çapemeniyê li herêma Çukurovayê jinekê bi awayekî guman jiyana ji dest daye, hewl hat dayîn jinek bê qetilkirin û zarokek rastî îstîsmarê hat. Ji Tora Parastina Jinan a Mersînê Çîgdem Serîn û Ceren Înan got yek ji sedemên herî girîng ya zêdebûna şîdetê, pêknehatina qanûna hejmar 6284 e.
 
‘Nikaribûn biçin qerekol û nexweşxaneyan’
 
Çîgdem Serîn diyar kir ku di pêvajoyeke ku qanûna 6284, peymana Stenbolê pêk nedihat de, êrîşên li dijî nefeqeyê dihatin jiyîn, krîza aborî û paşverûtî zêde bibû de pêvajoya vîrûsê destpêkiriye û got: “Bi vîrûsê re jin neçar man li malê bimînin û hatin asta tengezar bûnê. Bi mêrên ku şîdet li wan dikirin re li malê man. Mêrên li malê man jî şîdet pêk anîn. Jinan jî nikaribûn ku xwe bigihînin qerekolan jî. Nikaribûn biçin nexweşxaneyan û şîdetê jî bikin rapor.”
 
‘Jin, zarok û LGBTÎ hedef hatin girtin’
 
Çîgdemê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê qanûna hejmar 6284 pêk bê û wiha got: “ Divê biryarên tedbîrê bên girtin. Divê Peymana Stenbolê pêk bê. Divê dest ji gotinên ku jin, zarok û LGBTÎ’yan hedef digirin berdin. Divê xetên pir zimanî yên Alo Şîdet û yekîneyên têkildar bên avakirin. Divê stargeh li gorî ewlehî jin û zarokan bê dîzaynkirin. Li dijî şîdetê divê jin xwe rêxistin bikin. Divê li her derê torên piştevaniya jinan bên avakirin.”
 
‘Kuştinên jinan tên veşartin’
 
Ceren Înan daxuyakirin ku bi vîrûsa korona re kuştinên jinan veguheriye qirkirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serdestiya li ser ked, beden û jiyana jinê, di pêvajoya pandemî de hatiye dîtin ku di alî desthilatdariyan de çiqas girîng e. Paşverûtiyê derdixin pêş û malbat pîroz tê dîtin, jinan di sînorên ‘jina makul de’ tengezar dikin. êrîşên li hember jiyana jinê zêde dibin. Veşartina sûc û bêcezahiştin jî şîdetê mezin dike. Lê em tu ar bêhêvî nabin. Em bi piştevanî têkoşîna xwe bawer din. Divê em li dijî şîdetê têkoşînê mezin bikin.”