ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2020'Î

  • 09:00 23 Hezîran 2020
  • Rojev
*Hasret Atar a bi eslê xwe romen e, li Sûra Amedê di nava cudakarî û xizaniyê de hewl dide ku bi zarokên xwe re bijî. Hasret, diyar kir ku ji ber cudakariyê zarok dev ji dibistanê berdan û got: "Her wiha ji ber nasnameyê zarokên me nikarin bixebitin. Em jî parçeyek vê civakê ne û divê me ji bîr nekin." BI DÎMEN 
 
* Ruşen çend ji neçariyê dest bi vî karî kir jî bi berhemên ku derketî holê bala gelek kesan keşand. Ruşen destnîşan kir ku li Amedê xebatek bi vî rengî watedar e û got: "Min neçariyê dest bi vî karî kir lê niha ez gelek karê xwe hez dikim û berhemên ku derdikevin holê û eleqeya ku tê nîşandan hêzê dide min." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî, têkildarî kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmên di encama êrîşan de kir bin kontrola xwe wiha got:"Li cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin her roj jin bi tecawiz, qetilkirin, revandin, îşkenceyê rû bi rû tên hiştin. Li dora hezar û 140 jin bi kiryarên ne baş ên dewleta tirk û komên girêdayî wê rû bi rû hatine hiştin. Li dijî kiryarên qirêj divê edalet pêk were û dagirkerî têk biçe." BI DÎMEN 
 
*Jinên Şehbayê têkildarî kiryarên derheqê gelên Sûriyeyê de yên ji aliyê hêzên ku serweriya xwe li ser axa Sûriyeyê didin meşandin wiha gotin: "Ji ber şerê li Sûriyeyê diqewime gelên li Sûriyeyê bedelên giran didin. Gelên Sûriyeyê bûne qurbaniyên berjewendiyên dagirker û desthilatdaran. Li dijî vê yekê hemû cîhan divê dengê xwe bilind bike. Bêdengiya cîhanê tê wateya dayina piştgiriya ji bo dagirkeriyê."
BI DÎMEN 
 
*Hizniya Osman a ku wekî Keça Kurd jî tê nasîn têkildarî çanda kevnar de da zanîn ku bi parastina çandê jiyan watedartir dibe û wiha got:"Di dema berê de mirovan bi keda destên xwe alav diafirandin û xwedî li ked û çanda xwe derdiketin. Bi kedê qîmeta jiyanê watedar dibe. Parastina çandê mîna şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e." BI DÎMEN 
 
*Parêzera OHD’î Seda Zengîn diyar kir ku di pêvajoya vîrûsê de ji ber şîdet û îşkenca polîsan serlêdan zêde bûne û wiha got: “Yên îşkencê dikin jî cesaretê digirin. Hêzên ewlehiyê ji ber rayeyên ji bo wan tên dayîn xwe wek daraz dibînin û li gorî wê tevdigerin. 
 
*Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Buşra Kuyun, diyar kir ku desthilatdarî ji rêxistinbûna jinên ciwan ditirse û got: “Bi taybet li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet berê xwe didin jinên ciwan. Em ê li dijî êrîşan li her qadê xwe rêxistin bikin.” BI DÎMEN 
 
*Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku di "Meşa Demokrasiyê" de pirsgirêka herî mezin şer pêdiviya herî mezin jî aştî bû û wiha got:"Wekî ku hukumetê digot hemû tişt ne normal bû. Ji bo her tişt normal be divê aştî û demokrasî hebin. Me dît ku ev tune ye. Me ev yek jî ferq kir; tevî pandemiyê mirov li kuçeyan bûn û bi rastî jî aştî û demokrasî dixwestin." DÎMEN HEYE
 
* Endamên Tora Piştevaniya Jinan a Mêrsînê, diyar kirin ku di pêvajoyeke ku gotinên dijminê jinê zêde bûye de şîdeta li ser jinê jî zêde kiriye û got: “Em bi piştevanî û têkoşîna jinan bawer dikin. Divê torên piştevaniyê bên berfirehkirin û li dijî şîdetê têkoşîn bê mezinkirin.”
 
*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku kampanyaya rêxistinên jinan ên navneteweyî ya ji bo girtiyên siyasî ew ê bê destpêkirin gelekî girîng e û got:"Divê her alî piştgiriyê bidin vê kampanyayê."DÎMEN HEYE