Ji jinan kampanyaya 'Piştevanî ew ê me bide jiyîn'

  • 11:27 22 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -TJA, aktivîst û rêxistinên jinan ên navneteweyî ew ê di 27'ê Hezîranê de ji bo balê bikşînin ser girtin û binçavkirinên tevî talûkeya Covid-19'ê tên kirin, dest bi kampanyaya 'Piştevanî ew ê me bide jiyîn' bikin. 
 
TJA, aktivîst û rêxistinên jinan ên navneteweyî ew ê di 27'ê Hezîranê de ji bo balê bikşînin ser girtin û binçavkirinên tevî talûkeya Covid-19'ê tên kirin, dest bi kampanyaya 'Piştevanî ew ê me bide jiyîn' bikin. Ew ê jin di  çarçoveya kampanyaya  'Piştevanî ew ê me bide jiyîn' li gelek cihî bên gel hevdu. Ew ê di çarçoveya kampanyaya ji bo girtiyên jin ên siyasî yên tevî Vîrusa Koronayê di girtîgehan tên hiştin de çalakiyên mîna vîdeo, poster, wêne, gotar û nameyên derbarê rewşa girtiyan de bên lidarxistin. Ew ê şaxek ji van çalakiyan li Bakur, Tirkiye, Afganîstan, Pakîstan û Fîlîstînê bên lidarxstin 
 
'Pandemî talûkeyek mezin e'
 
Di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de wiha hat gotin"Pandemiya Vîrusa Koronayê, hilweşandina jiyana civaknasî û hawirdorê, zirara digihêje xwezayê yên ku modernîteya kapîtalîst bû sedem niha ji bo mirovan talûkeyeke mezin e. Berê jî nexweşiyên mîna kolera, AIDS, giribû çûkan, girîba berazan, SARS 1/2 li cîhanê belav bûbûn û bandorên neyînî li mirovan kiribûn. Niha jî Vîrusa Korona di encama modernîteya kapîtalîst de belav bûye û zirarê dide mirovan."
 
'Polîtîkayên bi zaneyî tên kirin'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin girtiyên siyasî li dijî hukmên efûyê tên hiştin û wiha hat gotin:"Girtiyên siyasî yên jin di pratîkê de terkî mirinê hatin kirin. Bi taybet jin û zarok bê parastin tên hiştin. Li dijî mehkûmên siyasî yên rejîmên antî-demokratîk wan wekî dijmin ji xwe re dibînin,  polîtîkayên bi zaneyî tên kirin."
 
'Hejmar zêde dibe'
 
Di daxuyaniya ku bal kişand ser zêdebûna hejmara girtiyên siyasî de wiha hat gotin:"Niha nêzî 8 hezar mehkûm hene ji vana 400 jê jin in û her ku diçe hejmar zêde dibe. Li Îran, Îspanya û Kolombiyayê tevî Vîrusa Koronayê girtiyên siyasî hîn nehatine berdan. Wekî mînak; Li Îranê aktivîsta jin Zeynab Jalalian a 13 sal in girtî ye bi Vîrusa Koronayê ket û rayedaran tedawiya wê qebûl nekirin. Ev tenê mînakek e."
 
Banga çalakiyê
 
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin:"Ji bo li tevahî jiyanê em bibin dengê mehkûmên siyasî û tecrîda li girtîgehan bên şikandin em bang ji bo çalakiya navneteweyî ya 27'ê Hezîranê dikin. Roja çalakiyê tevlîbûn girîng e. Ew ê piştevanî me bide jiyîn."