'Pêwist e parçeyên Kurdistanê bibin yek û em li hember dijmin têbikoşin'

  • 10:17 22 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR -Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze Gelê Kurd qir bike. Lê em wekî Gelê Kurd pêwist e bibin yêk û Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin."
 
Balafirên dewleta tirk di 15'ê Hezîrana 2020'an de saet di 00.00'an de êrîşî Mexmûr, Şengal û Qadên Parastina Medyayê kiribû. Di heman demê de êrîşên hewayî yên bombebarandinê li ser herêmên Biradost, Qendîlê dewam kirin. Herî dawî dewleta tirk êrîşî herêma Şêladizê kir û di encama êrîşan de 5 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê jinên Mexmûrê wiha gotin:"Dewleta tirk teknîka xwe şer a pêşketî li dijî jin û zarokan bi kar tîne. Em ê li dijî êrîşan û zilmê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze Gelê Kurd qir bike'
 
Xecîce Ehmed bi lêv kir ku ew êrîşên dewleta tirk qebûl nakin û wiha got:"Dewleta tirk bi teknîka xwe ya hovane êrişî Gelê Kurd  dike. Em wekî gelê wargehê van êrişan şermezar dikin. Em ciwanên ku li Şêladizê ji aliyê dewleta tirk ve hat qetilkirin bi bîr tînin û em dibêjin ew ê têkoşîna me ya li dijî êrîşên dewleta tirk bidome. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze Gelê Kurd qir bike. Lê em wekî Gelê Kurd pêwist e bibin yêk û Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin."
 
'Pêwist e parçeyên Kurdistanê bibin yek û em li hember dijmin têbikoşin' 
 
Halîme Bûlût êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got:"Em êrişên dewleta tirk ên li ser Başurê Kurdistanê şermezar dikin û ew êrişên dewleta tirk ne ji rezê ne. Em wekî Gelê Kurd pêwist e xwe biparêzin, ji ber ku dewleta tirk bi hemû teknîka xwe bi awayekî hovane êrişî Gelê Kurd dike.  Dewleta tirk teknîka xwe şer a pêşketî li dijî jin û zarokan bi kar tîne. Em ê li dijî êrîşan û zilmê têkoşîna xwe bidomînin.
Pêwist e parçeyên Kurdistanê bibin yek û em li hember dijmin têbikoşin."