‘Tevgera Jinan a Kurd xwedî hêzeke mezin e’

  • 09:08 22 Hezîran 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
NAVENDA NÛÇEYA - Aktîvîst Sara Aktaş diyar kir ku tevgera jinan a kurd di roja îro de tevî hemû êrîşan bi xwedî hêzeke mezin ya bi mîlsyonan jinî li qadan kom bike ye, bi desthilatdariyê şûnde gavê bavê avêtinê ye.
 
Polîtîkayên êrîş û zextê yên li hember têkoşîna jinan a kurd, hedefgirtina destkeftiyên jinan jî anî rojevê. Jin li her qadê xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin û diyar dikin ku wê hemû êrîşan vala derxînin. Yek ji aktîvîstên ewil yên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) û yek ji parçeyê têkoşîna jinan Sara Aktaş derbarê dîroka têkoşîna jina kurd de axivî.
 
* Hûn dikarin hinekî dîroka têkoşîna jinên kurd vebêjin?
 
Jinên Kurd ji paşerojê heta îro ligel hedef girtina zextên siyasî û polîtîk, bûye hedefa civakên feoldal yanî hedefa mêrên kurd yên zayendperest. Lê jinên kurd di sedsala îro de dîroka xwe ji nûve dinivîsin. Bêguman planeke dawî ya dîrokî ya tevgera jinê kurd heye. Hewldanên rêxistinê dem bi dem bi sazî, bi kes û nav bimîne jî her tim lêgerînek hebû. Tevgerên jinan yên cîhanê di sedsala 19’emîn de pêşketin û bêguman jinên kurd jî wek jinên welatekî parçekirî her tim di hewldana rêxistinbûnê de bûn. Yek ji mînakên sazîbûna jinên kurd yên ewil Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurdistanê ya 1919’an û Yekitiya Jinên Kurd a Mehabadê ya 1946’an e. Lê wek dîroka kurdan, hewl hatiye dayîn ku dîroka jinên kurd jî bê tunekirin.
 
* Rêxistinbûna yekem a jinên kurd kengî dest pê kir? Bi taybet salên 1990’î di alî têkoşîna jinan de teşebûneke çawa derxist holê?
 
Bi salên 1970’ê re bi pêşketina tevgera azadiya kurd tevgera azadiya jinan jî pêk ket. Di vî alî de ne tenê li bakurê Kurdistanê li her çar parçeyê û gelek navendên cîhanê, rêxistinbûna jinên kurd bi salên 1970’ê re pêş ket. Tevgera Jinên Kurdistanê di roja îro de bêguman li hemû cîhanê zêdetir tê nasîn û di heman demê de ji bo hêzên serdest wek xetere tê dîtin.
 
Mînak ji van geşedanan yek; di 9’ê Çileyê 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin. Yek ji geşedanên din yên herî girîng ya di rojeva cîhanê de deng da şoreşa li Rojava ji aliyê jinê kurd ve pêk hatiye. Jinên kurd li dijî çeteyên çavsor DAIŞ’ê çek hilgirtin û seferberiya tevgereke civakî dane destpêkirin. Yek ji geşedanên din ya girîng ev e ku li bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê di 14’ê Nîsana 2009’an de di bin navê operasyonên KCK’ê yên hatin destpêkirin de gelek kes hatin binçavkirin û ji van beşeke mezin jin bûn.
 
Em dikarin bêjin ku di salên 1990’î de di zemîna neçareseriyê de dîsa yên ku herî zêde bi bandor bûnre jinên kurd in. Bêguman vê heman demê de jinên kurd berbi hişmendî û rêxistinbûnê bir. Gund hatin şewitandin, valakirin, mirov neçarî koçberiyê hatin kirin. Li metropolan jî travmayek mezin hat afirandin û li dijî jinan ev veguherî polîtîkayeke şîdetê. Her wiha ligel vê girtin, binçavkirin, tacîz, tecawiz û îşkence; dîsa di encama vê de jinên li ber girtîgehan hatin cem hev, xwe rêxistin kirin, bûn xwedî hişmendî û çanda berxwedanê hat afirandin. Salên 90’î di alî jinên kurd de, salên xwedîderketian li tevgera zadiyê ye, salên hişmendîbûn, hişyarbûn û rêxistinbûnê ne.
 
* Komeleya Jinên Welatparêz ya yekem komeleya jinan bû, di alî jinan de çi îfade dikir? Girîngiya komelebûna jinan çi bû?
 
Komele li Bakurê Kurdistanê di 12’ê Çileyê 1991’ê de hat avakirin û ev ji bo xebatên sazîbûna jinên kurd gelek girîng bû. Lê ji ber zextên dewletê her tim hatiye qedexekirin, bi navên din li Stenbol û bajarên din xebatên xwe berdewam kiriye. Navenda Komeleyê li Stenbolê bû lê li Amed, Edene, Îzmîr û Enqereyê şax vekir û xebat da meşandin. Komeleya Jinên Welatparêze ji bo jinê kurd nokteyek dîrokiye. Bi vekirina komeleyê jî hedefa ku pisgirêkên jinan bigirin navendê hatiye kirin. Jinên di bin bana komeleyê de dixebitîn, hedefa wan ev bû ku li dijî zîhniyeta mêr û dewletê têkşînê bimeşîne. Di 1992’an de meha nîsanê de bi ser komeleyê de hat girtin. Komele hat girtin. Li damezrînerên wê doz hat vekirin. Piştre xebatkarên bin bana komeleyê de derbasî HEP’ê bûn û beşek wan dîsa di komeleyan de têkoşîn dane. Di 1993’an de Komeleya Jinan a Azad (OKD) hat avakirin û piştre jî Navenda Jinên Kurd a Dîcle (DKKM) hat vekirin.
 
* Jinên Kurd di qada siyasî de çawa heyî bûn? Di partiyên siyasî de çawa rêxistin bûn?
 
Wek jinên Tirk, jinên kurd jî di qada siyasetê de tune hatibûn hesibandin. Lê bi salên 1990’î re partiyên siyasî yên kurd hatina vakirin û di van partiyand e jinên kurd pêngav bi pêngav tecrube bi dest xistine. Ne tenê di tevgera siyasî ya kurd de, li hemû Tirkiyeyê, destkeftiyên jinan yên di qada siyasî de piştgiriyek mezin daye. Di salên 90’î de li dijî şîdeta dewletê jinên kurd, dengê xwe bilind kirine, bi bedel dayînê, di rêwitiya têkoşîn û rêxistinbûnê de, hêza xwe tevlî qada siyasî kirine û berdewam kirine. 
 
Partiyên siyasî HEP û DEP di salên 90’î de hatin avakirin. Keda ji jinên kurd di vê de gelek mezin bû lê rêxistinbûneke xweser di siyasetê de nefirandin. Jinan di avabûna DEP’ê de jî rola aktîf lîstin û daxwazên jinên kurd di rêziknameyê de cih girtin. Jinan pêngava ewil vê demê avêtine û hewldana di siyasetê de cih bigirin berdewam kir. Di HADEP’ê de xebatên komîsyonên jinan xurt bûn û tevlîbûn zêde bû. Di HADEP’ê de tevlîbûna jinan her çû zêde bû, di 2002’an de bi kongreyê riyek nû hat vekirin. Di 2003’an de di bernameya partiya DEHAP’ê de zêde pêşketin hat kirin û pirsgirêka jinê bi giştî wek çavkaniya newekheviyê hat dîtin. Di 2005’an de bi pergala hevserokatiyê DTP hat avakirin.
 
Di pêvajoya DTP’ê de jinên DOKH’ê ligel pergala hevserkatiyê, di heman demê de der barê rêxistinbûna jinan de jî guherînên girîng kirin. Partiya Gelan a Demokratîk jî di 15’ê cotmeha 2012’an de hat avakirin û jinan di siyasetê de aktîftir xebat meşandin.
 
* Têkoşîna jinan he tim rastî êrîşa dewletê hat. Hem di siyasetê de hem di meclîsê de rastî polîtîkayên çewisandinê hatin. Herî dawî li hember Komeleya Jinan a Rosa êrîş pêk hat, rêveber hatin girtin. Di esasa van êrîşan de çi heye?
 
Yek ji tirsa herî mezin a pergala serdest ya mêr, rêxistinbûn û berxwedana jinê ye. Jinên rêxistinkirî û berxwedêr her tim mekanîzmayên desthilatdariyê tirsandiye. Ji ber vê jî her tim bûye hedef. Jinên kurd ji paşerojê heta niha tu car ji berxwedanê tawîz nedaye. Jinên kurd li her çar parçeyê Kurdistanê jiyanek alternatîf hunandine . Me ev di gelek mînakan de dîtiye û me şahidiya vê kiriye. Di 2003’yan de DOKH hat îlankirin. Li hember endamên DOHK’ê gelek êrîş pêk hatin. Lê dest ji têkoşînê bernedan. Di 2015’an de KJA hat îlankirin. Bi girtina KJA’yê re jî TJA hat îlankirin û bi heman çanda berxwedanê riya xwe didomîne.
 
* Jin wê çawa rê bidin têkoşîna xwe? Modele çawa wê li dijî êrîşan derxîne holê?
 
Tevgera jinên cîhanê û bêguman tevgera jinan a Kurdistanê li dijî pergala ku her diçe bilind dibe, roleke stratejîk bigire ser xwe. Bêguman serdest dixwazin li her derê çavê jinan kor be, zimanê wan lal be, tiştekî nebihêzin. Cîhaneke li gorî mêran hatiye dîzaynkirin dixwazin. Lê wek her derê cîhanê jinên kurd û jinên Tirk li dijî êrîşan berxwe didin. Li dijî pergala faşîst, ahlaqê berxwedanê diafirînin. Tevgera jinanên turd tevî hemû êrîşan, xwedî hêzeke ku dikare bi mîlyonan jinî li qadan kom bike ye. Xwedî hêzeke ku dikare bi desthilatdariyê şûnde gavê bide avêtinê ye.