Polîs xwest wêneyên rojnamegeran desteer bike

  • 15:19 21 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Polîsan xwest ku wêne û dîmênê rojnamegerên çalakiya jinan şopandin desteser bikin. Rojnamegerên ku daxwaza polîsan red kirin, ji aliyê polîsan ve hatin şopandin û bi tacîzê re rûbirû man.
 
Rojnamegerên li Deriyê Çiyê yê Sûra Amedê çalakiya jinan dişopandin, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û polîsan xwest ku wêne û dîmenên rojnamgeran girtine desteser bikin. Rojnamegerên ku di nav wan de nûçegîhanên me Şehrîban Aslan, Sema Çaglak û Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Aydin Ata û Ergîn Çaglar hebûn piştî çalakiyê hatin dorpêçkriin. Polîsan ji rojnamegeran xwest ku wêne û dîmenên girtine radestî wan bikin. Rojnamgerên ku dîmen û wêneyên xwe nedan demekê ji aliyê polsan ve hatin dorpêçkirin. 
 
Polîs heman rojnameger carekê jî li semta ofîsê rawestandin û xwestin ku wêne û dîmenên rojnamegeran desteser bikin. Rojnamegerên ku dîmen û wênyên girtine nedan serbest hatin berdan.