Şêniyên bajarê Dêrikê bi meşeke girseyî êrîş şemezar kirin

  • 13:13 21 Hezîran 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê bi meşeke girseyî şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê ku li Şengal, Mexmûr û Qendîlê pêk anîn bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de alên Kongreya Star,  Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pekrewanên azadiyê hatin hilgirtin. Meş ji Qada Azadiyê hat destpêkirin û li Qada Şehîdan veguherî mîtingê.
 
Mîting bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azdiyê hat destpêkirin. Paşê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Azê Berçem axivî. Azê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha got: "Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger bejina xwe li heber hemû şehîdên şoreşê ditewînin. Di van demên dawîn de ji aliyê dewleta tirk ve êrîşêndijwar li gelê me tên kirin. Divê em bizanibin ku îro neyarên me li ser axa me êrîşî me dikin. Ji bo wê pêwiste em bi yek ruhê têkoşîna neteweyî li dijî van êrîşan  serî hildin."
 
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrîkê Ibrahîm Feqê axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Îbrahîm êrîş şermezar kirin û got: "Bi hezaran zarokên me ji bo axa xwe canê xwe feda kirin, ji bo wê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîn. Her wiha em ê li dijî van êrîşan hêza xwe xurt bikin û serkeftinê misoger bikin. "
 
Mîting bi dirûşmeya "Berxwedan jiyane" bi dawî bû.