Êrîşa zayendî ya li hember zarokan zêde bû: Desthilatdarî bû zemîn

  • 09:23 21 Hezîran 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Li gorî daneyên 2019’an yên Wezareta Dadê sûcên êrîşa zayendî ya li hember zarokan di 4 salên dawî de ji sedî 50 zêde bûye. Jinan ev rêje nirxandin û diyar kirin ku desthilatdarî li şûna pêşî li êrîşa zayendî ya li dijî zarokan bigire bûye zemîn.
 
Jinên parêzvanên maf rêjeya êrîşa zayendî, zimanê çapemenî û polîtîkayên bêcezabûnê nirxandin. Ji Meclîsa Jinan Hîlal Susuz, diyar kir ku nûçeyên di çapemeniya alîgir de, zimanê nûçeyan êrîşên zayendî li dij zarokan zêde kiriye û bi bêcezabûnê encam kiriye û got: “Di televîzyonan de hat gotin ku bedena zaroka 17 salî ji bo welîdînê di cih de ye. Ev îfade rastî bertekan tê.”
 
‘îfadeya zarok esas nayê girtin’
 
Hîlalê daxuyakirin ku Peymana Mafên Zarokan, Qanûna Parastina Zarokan, Peymana Lanzarote, pêk nayê û got ev jî bi awayekî otomaatîk rê li ber êrîşên zayendî vedike. Hîlalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dozan de delîlên şênber tên payîn. Li gorî Peymana Stenbolê divê her îfade bi awayekî bandor bê lêpirsînkirin. Gelek caran bi îfadeyan dimînin. Îfadeyên zarokan li ber çavan nayên girtin, biryarên beratê tên dayîn. Ev jî nîşan dide ku qanûnên heyî li gorî daxwazê tên bikaranîn. 
Divê îdia bi awayekî baş bên lêpirsînkirin. Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) tê guhdarkirin. Dinivîsin ku îfadeyên zarokan rastin, wê demê li benda çi ne? Tu derdê dewletê tune ku êrîşa zayendî li dijî zarokan bi giştî bigire dest. Dixwazin sûcê êrîşa zayendî bi zewaca gumanbar û mexdur ji holê rabikin. Malbatên vê erê dikin jî para wan di bêcezabûnê de heye.”
 
‘Êrîşên zayendî zêde bûn’
 
Hîlalê wiha got: “Li Îzmîrê mêrê du zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibûn bi 60 sal ceza dihat darizandin lê di deqeya dawî de biryara beratê hat dayîn. Îfadeya zarokan li holê bû, lê biryara beratê hat dayîn. Ev jî pêşiya êrîşan vedike. Ev kesê ne girtî dihat darizandin li Muglayê jî du zarok bi êrîşê re rûbirû hiştibûn. Ev jî encama bêcezabûnê ye.
 
‘Di encama xebatan de îstîsmar dertê holê’
 
Endama Egîtîm –Senê û mamosteya şêwirmendiya psîkolojîk û Rehberê Ayşegul Yalçinkaya jî got sê sale bi bûyerên îstîsmara li hember zarokan re eleqeder dibe û got: “Di polên der barê îstîsmar û binpêkirinan de mamosteyên rehberê li ser agahiyan zarok dibêjin ku çi jiyane. Ji ber vê di hejmarê de zêdebûn derket holê. Îstîsmar zêde bû lê refleks jî zêde bûn. Xurtbûna tevgera jinê jî bi bandor e. Di encama xebatan de îstîsmar dertê holê.”
 
Ji Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kîzaroglu jî diyar kir ku şîdet û êrîşa zayendî li hember zarokan di pêvajoyeke ku polîtîkayên nîjadperest û zayenperest zêde bûye de pêk tê û got ev ne tesaduf e.
 
Ayşenurê daxuyakirin ku di pêvajoyeke wisa de efûya êrîşa zayendî li dijî  zarokan ji aliyê desthilatdariyê ve tê rêxistinkirin û wiha pê de çû: “Di 2016’an de em bi dehan carî derketin kolanan. Niha hewl didin dîsa bînin rojevê. Ji bo bingeha vê jî profesorên şarlatan û fetva dertên holê.”
 
Ji Konseya Bajar a Karabaglar jî Funda Ozdemîr got şîdeta li ser jin û zarokan pisgirêkeke cidakiye û got ji ber qanûna hejmar 6284 pêk nayê rêjeya îstîsmarê jî zêde bûye û pê de çû: “Efûya îstîsmara zarokan tune. Zarok diçe dibistanê dilîze. Belê vîrusa korona bi xetere lê ya xetertir, zexta li ser jin û zarokane. Qanûn pêk nayên. Gumanbar bên cezakirin wê ev neyê jiyîn.Em li dijî vê ne.”