Ji bo gumanbarê tacîzê rola sereke tê dayîn û ‘hêja’ tê pêşkêşkirin

  • 09:22 21 Hezîran 2020
  •  
Nişmiye Guler
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rêzefîlmê bi navê ‘Bay Yanliş’ de, Can Yaman yê ku jin tacîz kiribû, lîstikvanê sereke ye û balkêşe ku tacîza kiriye hatiye jibîrkirin û wek mêrê ‘Hêja’ tê pêşkêşkirin.
 
Bi mehên havînê re rêzefîlmên nû jî hatin kişandin. Di pêvajoya pandemiyê de de rêzefîlm ketin navberê û bi pêvajoya normalbûnê re rêzefîlmên nû tên kişandin. MijarA rêzefîlman dîsa me matmayî nehiştin. Bêguman em dizanin ku dawiya rêzefîlman wê çawa be. Senarîst dîsa ji xeta xwe dur nakevin û rolên zayendî yên li jinan hatine ferzkirin derdixin pêş. Senarîst ya ji rolên zayendî ya civakî dernakevin yan jî dikevin derdê ku jinan wek mêran nîşan bidin. Yek ji rêzefîlmên ku havînê wê bikeve weşanê rêzefîlmê bi navê ‘Bay Yanliş’ yê di FOX TV de wê bê ser erkranan e.
 
Serlîstikvan Can Yaman û Ozger Gurel in. Senarîstên wê jî Asli û Banu Zengîn, derhêner jî Denîz Yorumalzer e. Can Yaman di rêzefîlm de, karekterekî dewlmend, bi evînê bawer nake, xwediyê barekê, Ozgur dilîze. Ozge Gurel jî ji ber têkiliyên şaş yên jiyaye westiyaye û dixwaze têkiliyeke baş bijî. Yanî di vê rêze fîlmî de jî tê dîtin ku ji standartên rêzefîlmên Tirk nehatiye derketin.
 
Çima Can Yaman?
 
Gelo çawa dibe ku du senarîstên jin, tên gel hev û di vê çîrokê de, cih didin Can Yaman yê ku berê bi tacîzkirina jinekê hatiye rojevê. Can Yaman di salên dawî de di gelek projeyên rêzefîlman derket pêşberî me, jinek jî tacîz kiribû. Gelo tişta ku kiribû wek normal hat dîtin û ji ber vê xwestin xelat bikin? li ber çavê her kesî mêrekî jinek tacîz kir û gelo çima mêrekî wisa bê xelatkirin? Me fêm nekir ku senarîstên jin çawa ev qebûl kirine.
 
Xuyaye ku Can Yaman bi fîzîka xwe ku bandor li ser temaşevanan dike, hatiye tercîhkirin. Hinek xetên bedenê yên ku pergala kapîtalîst li jin û mêran ferz kiriye hene. Xuyaye ku senarîst jî ji vê bi bandor bûne û ji vê nêrînê xilas nebûne. Li aliyekî ji Can Yaman re dibêjin ‘Bay Yanliş’ û li aliyê din jî dibêjin prototîpa mêr ya sererast ev e.