Nafiye ya ku hat tahliyekirin: Bi kuçikan dikevin koxuşan

  • 09:09 21 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Nafiye Bal ya ji girtîgeha Tîpa E ya Muşê ya Jinan tahliye bûn, diyar kir ku leşker bi kuçikan dikevin koxuşan û lêgerîn dikir û got bi her awayî mafên girtiyan tên binpêkirin. 
 
Nafiye Bal ya ji ber xebatê ciwanan ya Muşê ya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) dikir di cotmeha 2019’an de hat girtin. Nêzî du meh berê ji girtîgeha Tîpa E ya Muşê ya Jinan derket. Nafiye piştî ku derket derbarê şert û mercên li girtîgehê de agahiyan da. Nafiyeyê diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên dihatin teslîmê wan nedikir, ji aliyê gardiyanan ve rastî mobîngê hatine. 
 
Nafiyeyê da zanîn ku di koxuşekê de 6 jin û zarokekî 4 salî diman û girtiyên nexweş jî hebûn û wiha got: “Mahlise Karaguzel nexweşa şekir û tanisyonê bû. Rêveberiyê xwarinên diyetê nedidan û digotin îsot û firingiyan bixwin. Her wiha rojên çûyîna nexweşxaneyê jî dianîn saetên hevdîtinan. Derman di saetên wê de nedihatin dayîn. Muhlise ya ku mudaxaleyê vê dikir, sirgunê girtîgeha jinan a Kayseriyê kirin.”
 
‘Zarok nebirin nexweşxanê’
 
Nafiyeyê destnîşan kir ku hevala wan Besra Erol dema paqijiyê dikir ket û milê xwe şikan û wiha axivî: "Roja ewil birin nexweşxanê. Lê divê piştre jî ji bo kontrolê bibirana. Lê ji ber vîrûsê nebirin. Fatma Demîrhan jî bi kurê xwe yê 4 salî re ligel me dima. Zarok ji ber şertên girtîgehê nexweş ketibû lê nebirin nexweşxanê. Bavê wî hat ji girtîgehê girt û bir nexweşxanê."
 
‘Bi kuçikan diketin hundir’
 
Nafiyeyê da zanîn ku leşker serê sibêhê an jî derengiya şevê de bi kuçikan diketin koxuşan û wiha behsa lêgerînê kir: “Bi vî awayî lêgerîn dikirin. Kuçikan pêlê her derê dikirin. Hevalên nimêj dikirin hebûn. Me digot ne caîze lê bertek nîşan didin. He wiha tu carî pirtûkên kurdî nedidan me.”
 
‘Telefon dibirîn’
 
Nafiyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di hevdîtinên telefonan de jî telefon dihatin birîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dadger ji bo pisgirêkên jinan guhdar bike hat girtîgehê. Lê midûrê girtîgeh û dozgera jin da sekinandin. Her wiha di vê pêvajoya ku divê li paqijiyê baldarî hebe, lê belê rayedarên girtîgehê girîngiyê ne didan dezenfekteyê."