'Ger yekîtiya me ava nebe, em ê têk biçin'

  • 09:08 21 Hezîran 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Têkildarî geşedanên dawî yên xebatên ji bo yekîtiya Gelê Kurd de jinên Hesekê bi lêv kirin ku yekîtî ji bo Gelê Kurd xaleke sereke ye û wiha gotin:"Hemû kurd daxwaza yekîtiyê dikin. Bila hemû siyasetmedar dev ji berjewendiyên xwe berdin. Serketina gelê kurd bi yekîtiyê ye. Ger yekîtiya Gelê Kurd çênebe em ê têk biçin. "
 
Di van demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê gelek çalakî ji bo yekîtiya kurdan tên kirin. Civîn û  semîner têne lidarxistin. Her wiha herî dawî Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî û Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê têkildarî diyalogên yekîtiya neteweyî daxuyaniyeke hevpar dan. Hat diyarkirin ku qonaxa yekemîn a diyalogan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin. Têkildarî mijarê jinên Hesekê anîn ziman ku yekîtiya Gelê Kurd wekî nan û avê pêwist e û wiha gotin:"Heta em nebin yek ew ê êrîş û qirkirina dijmin a li ser Gelê Kurd dewam bikin."
 
'Armanca hemû kurdan yekîtî ye'
 
Leyla Gemo diyar kir ku yekîtiya neteweyî daxwaza herî girîng e û wiha got: "Dema em îro biçin ser gorên şehîd, nivîskar, helbestkar, rewşenbîrên kurd em pirs bikin û bêjin 'Daxwaza we ya yekem çi ye?' Ew ê bibêjin 'Em yekîtiya Gelê Kurd dixwazin.' Rastiyeke me heye ku ji ber ku em nabin yek her dem êrîş li dijî me tên kirin. Qêrîna Mihemedê ku bi fosforê hat şewitandin hîn di guhên me de ne. Divê kesek vê rastiyê paşguh neke."
 
'Serkeftin bi yekîtiyê çêdibe'
 
Leylayê diyar kir ku divê berjewendiyên  gel bi ser hemû berjewendiyan re be û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Siyasetmadar her tiştî li ber çavan dibîne, lewma gerek daxwaza wan a herî sereke yekîtî be. Dema mirov serê  xwe ji gel re daxe, ev  ne kêmanî ye. Kêmanî ew e ku mirov serê xwe ji dijminan re daxîne. Hir wiha dema ku tu serê xwe ji milet û şehîdan re daxîne ev cihê şanaziyê ye. Dijminên me pir in, lewma ez bi dilekî şewat hêvî dikim ku kurd hemû bibin yek ji ber ku serkeftin bi yekîtiyê çêdibe."
 
'Bila kêfa dijmin li me neyê'
 
Şemsa Xelê jî ragihand ku daxwaza wan a herî sereke yekîtiya kurdî ye û wiha domand: "Em dixwazin ku kurd hemû bibin yek. Em naxwazin ku destên me di destên dijmin de be, ji ber ku dijmin qet naxwaze ku em bibin yek. Lê mixabin hin ji miletê me alîkariya dijmin dikin. Divê em alîkariya dijmin nekin û yekîtiya xwe pêk bînin. Divê em kurd hemû yek dest bin da ku kêfa dijmin li me neyê."