Ji Şengalê banga vegera li ser axa xwe hat kirin

  • 09:04 21 Hezîran 2020
  • Rojane
Viyan Seîd- Elmas Nayîf
 
ŞENGAL - Bertek û nêrazîbûnên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Şêniyên li Sinûna Şengalê dijîn êrîşên pêk hatî şermezar kirin û gotin: "Divê Êzidiyên ku koçberê li gelek deveran bûyî li dijî êrîşan vegerin ser axa xwe û axa xwe biparêzin."  
 
Şêniyên Şengalê di 3'yê Tebaxê 2014'an ji ber êrîşan ji axa xwe koçber bûn. Piştî rizagariya Şengalê şênî vegeriyan ser axa xwe. Îro dîsa li hemberî Şengelê êrîş heye û ne tenê li hemberî Şengalê li tevahiya axa Herêma Federal a Kurdistanê êrîşek heye. Şêniyên li Sinûnê Şengalê dijîn bal kişandin ser êrîşan û gotin dê dev ji axa xwe bernedin. 
 
Endama Meclîsa Giştî ya Sinûnê Canê Siliman, di axaftina xwe de bal kişand ser vegera Êzidiyan a li ser axa xwe û got: "Ez wek jinekê Êzidî daxwez dikim ku hemû Êzidî vegerin ser axa xwe. Ji ber ku ev axa me ye. Dewleta Iraqê beramberî êrîşên ku tên kirin bêdeng dimîn. Dijminê me çiqasî êrîş li ser me bike nikarê me ji axa me qut bike. Bila gelê me vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe bijîn."
 
Hediye Îbrahîm, destnîşan kir ku bi êrîşan daxwaz dikin ku Êzidî venegerin ser axa xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vegera me ser axê serkeftinek e. Piştî fermanê em hatin ser axa xwe. Divê Êzidiyên koçberê gelek deveran bûne bila bên cihê xwe. Her wiha bi taybetî jî Êzidiyên ku niha li wargehan dijîn. Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze Êzidiyan bitirsine. Li Şengalê hêzên me yên parastinê YBŞ û YJŞ û Asayîşa Êzidxanê heye. Em bi vê serbilindin û em piştgiriyê didin zarokên xwe."