Ji bo keça xwe li edaletê digere

  • 09:03 21 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di 2013’yan de li Mîdyatê jina bi navê Nurcan Fîdan (20) bi tecawiza cerdevanekî re rûbirû ma û piştî bûyerê jî întîxar li Nurcanê hatibû ferzkirin û dawî li jiyana xwe anîbû. Di ser bûyerê re 7 sal derbas bû. Dayika Nurcanê, Rifa Fîdan da zanîn ku ew 7 sal in edaletê diqîrin û got: “Keça min di gorê de ye lê yên bûn sedema vê li derve digerin. Ev ne edalete, em edaletê dixwazin.
 
Li gundê Xanika ya Mîdyat a Mêrdînê di 2’ê Tîrmeha 2013’yan de jina bi navê Nurcan Fîdan (20) întîxar kir. Nurcan ku bi tecawiza cerdevan A.Î re rûbirû hatibû, piştre li mala xwe bi tifinga neçîrê dawî li jiyana xwe anî bû. Malbata Nurcanê 7 sal in li edaletê digere. Dayika Nurcanê, Rifa Fîdan da zanîn ku tevî ku du caran serlêdana sûc kirine jî carekê gumanbar nehatiye binçavkirin û serê bûyerê hatiye girtin û got 7 sal in rondikan dibarîne, kesên bûne sedema jiyana keça wê jî her roj bi wesayîtan di ber mala wê re derbas dibin.
 
‘Yên tecawizê keça min kirin li derve digerin’
 
Rifayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min du caran revandin. Me fêm nekir ku çi anîn serê wê. Me hîna fêm nekiribû ku çi bûye, keça min got ez nikarim bi vê şermê bijîm. Bi tifingê xwe kuşt. Beriya bûyerê her tim digot vana xerabî li min kirine. Piştî keça min jiyana xwe ji dest da me der barê wan de dur caran serlêdana sûc kir. Lê tiştek nebû. Keça min 7 sale di gorê de ye, em jî bi êşa wê dijîn.”
 
‘Bi salan e li bendê edaletê me’
 
Rifayê her wiha bi lêv kir ku ji bo keça xwe bi salan eli bendê edeletê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min xwe kuşt, lê mixabin yên bûn sedem jiyana xwe didomînin. Her roj canê min dişewite. Ev tişta hat kirin ne mirovahiye. Sal derbas bûn, tevî gîliyê me carekê nehatin binçavkirin. Ez tenê edaletê dixwazim. Daxwazek min ya din tune. Keça min ji ber wan xwe kuşt. Bila sûcdar ceza bikşînin.”