'Li hember siyaseta qirkirinê em ê asta têkoşînê bilind bikin'

  • 09:02 21 Hezîran 2020
  • Rojane
Ruperîn Bekir
 
ŞEHBA - Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê Gulê Cafer êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Em piştgiriya Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê dikin. Bi yek destî û rihî li dijî êrîşên dagirker û nîjadperest em ê têkoşîna xwe mezin bikin. "
 
Dewleta tirk di 15'ê Hezîranê de bi balafirên şer êrîşî Qadên Parastina Medya, Şengal û Mexmûrê kir. Di van êrîşan de carek din civakên navneteweyî bêdengiya xwe parastin. Têkildarî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê Gulê Cafer nêrîna xwe parve kir. Gulê got:"Li hember siyaseta qirkirinê em ê asta têkoşînê bilind bikin."
 
'Dewleta tirk dixwaze dîroka osmaniyan nûjen bike' 
 
Gulê di destpêka axaftina xwe de kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd, vegerandina dîroka osmaniyan e. Dewleta tirk a dagirker bi şêwazên koçberkirin, girtin, revandin û guhertina demografiyê êrîşên xwe didomîne.  Her wiha dewleta tirk di sala 2014'an de bi navê DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kiribû û bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin. Bi hezaran kes hatin koçberkirin û jinên Şengalî hatin revandin, heta niha jî çarenûsa pir jinên Şengalê ne diyar e. Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn, em berxwedana xwe li Şehbayê didomînin. Em ê ji bo mafê gelê xwe yê Şengalê her têbikoşin."
 
'Li hember hemû êrîşan gelê Şengalê xwe rêxistin kir'
 
Gulê di dewama axaftina xwe de êrîşên li ser gelê Şengalê nirxand û wiha domand: "Piştî şerê DAIŞ'ê gelê Şengalê xwe spartin çiyayên Serdeştê, ruxmê vê yekê jî dewleta tirk cardin bi balafirên şer êrîşî gelê Şengalê kir. Ruxmê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê Kurdên Êzidî xwe parastin û bi rêxistin kirin. Devleta tirk cardin êrîş kir. Êrîşên herî dawî jî vê yekê dide diyarkirin. Êrîşên dewleta tirk li ber çavê hemû cîhanê tê kirin, lê heta niha jî hemû cîhan li hember van êrîşan bêdeng in."
 
'Li hember siyaseta qirkirinê em ê asta têkoşînê bilind bikin'
 
Gulê herî dawî jî diyar kir ku ruxmê hemû êrîşan ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga me ji dewletên navneteweyî re heye ku erka xwe pêk bînin. Em weke Kurdên Êzidî van êrîşan qebûl nakin û doza me azadî û wekheviya gelan e û em ê ji bo wekheviyê her têbikoşin. Em piştgiriya gelê Şengalê dikin û bi yek dest û rihî têkoşîna xwe mezin bikin heta ku em rastiya dagirkeriya tirk ji cîhanê re ragihînin. Li hember siyaseta qirkirinê em ê asta têkoşînê bilind bikin."