‘Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê' gihaşt Enqereyê

  • 18:02 20 Hezîran 2020
  • Rojane
 
ENQERE - “Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" ya HDP’ê ku ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir, tevî hemû astengî, qedexe û mudaxileyan jî gihîşt Enqereyê. 
 
“Li dijî Darbeyê Meşa Demokratîk” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 15’ê hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê ligel zext û êrîş û astengiyan îro xwe gihand Enqerê ye. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Mîthat Sîncar li Parqa Meclîsê hatin cem hev û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 1’ê hezîranê de bi navê "Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratîk ve” me belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû ji raya giştî re aşkera kir û me bernameyek derxist. Di esasê xwe de em li dijî zîhniyeta darbeyê, her wiha ji bo azadî, heq û hiqûqê meşiyan. Me di 1'ê Hezîranê de bangewaziya xwe ji bo raya giştî kiribû. Me ji her kesî re got kesên ku ji vê pêvajoyê naxwazin bila tevlî têkoşîna me ya hevpar bibe. 
 
Li ser vê esasî me di 15'ê Hezîranê de ji Edîrnê û Colemêrgê bi navê 'Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" da destpêkirin. Me xwest em daxwaza gel û bertekên gel bînin li kolanan binîn ziman. Ji bo Tirkiyeyê ev hewcedariyek bû. 
 
Em ji bo aştî, azadî, edalet, heq û hiqûqê meşiyan. Em ji bo mafê 82 milyon welatiyan meşiyan. Em ji bo parastina vîna gel meşiyan. Em ji bo jin, ciwan, kedkar, karker û xizanan meşiyan. Em ji bo çareseriyê meşiyan. 
 
Meşa me bi berpirsiyariyeke mezin pêk hat. Biryarbûna me û ya gel, mafdariya me di vê meşê de derket holê. Zext û zordariyên ku di meşê de derketin ji me re nebû  asteng."