Çalakiya xizmên windayan di hefteya 593'yemîn de ye

  • 13:55 20 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan, li aqûbeta Haci Ahmet Er ê berî 25 salan dibin çavan de hat windakirin pirsîn. 
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 593'an de çalakiya xwe li ser medya civakî li dar xistin. Nûnerê ÎHD’ê yê herêmê Abdusselam Înceoren, daxuyanî da û li aqûbeta Haci Ahmet Er ê di 15’ê Tebaxa 1995’an dibin çavan de hat windakirin, pirsî. 
 
Çîroka 25 salan 
 
Abdusselam, çîroka windabûna Haci Ahmet bi van gotinan vegot: “Di 15’ê Tebaxa 1995’an de li gundê Kurudere operasyon tê lidarxistin. Di operasyonê de şer di navbera esker û PKK’iyan de derdikeve. Fermandarê  eskerî yê operasyonê bi rê ve dibe, ji gundiyan dixwaze ku gundê xwe tavilê vale bikin, ger vale nekin jî wê fermana gulereşandinê bide eskeran. Piştî demekê esker bi ser gund de digirin. Kurê Haci Ahmet Er Adnan, ji bo ku mala xwe vale bikin diçe gundê cîranê xwe Blêcan da ku hêstiran bîne. Di dema ku Adnan diçe de, di navbera her du gundan de dengê çekan tê. Ji ber endamên endamên ên dikevin nava fikaran, bavê wî Haci Ahmet Er û birayê xwe Haci Mîrap Er li dû Adnan diçin gundê Blêcanê. Eskerên derketine operasyonê Er û birayê wî dixin bin çavan û dibin qereqola gundê Serêsêve. Haci Mîrap Er ê li qereqolê îşkenceyên giran lê tê kirin, çend roj şûn de bi şertê gundê xwe terk bike tê berdan. Malbat difikire ku wê Haci Ahmet Er jî bê berdan. Lê Hacî Ahmet Er nayê berdan û careke din bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Malbat ji bo ku aqûbeta Haci Ahmet Er derbikeve holê gilî dikin. Lê ligel hemû hewldanên malbatê jî, tu encam nayê bidestxistin. Hacî Ahmet Er ev 25 roj in winda ye û aqûbeta wî nayê zanîn.”