'Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jinên bi zorê hatine desteserkirin bidomînin'

  • 13:27 20 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin bi boneya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jinên bi zorê hatine desteserkirin bidomînin. Em bi biryar in ku jiyaneke adîl biafirînin."
 
Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin bi boneya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin gel qurbanên herî mezin ên şer in. 
 
'Ji bo mirovatiyê gefeke mezin e'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin di şer de hedefa yekem jin û zarok in û wiha dewam kir:"Birdoziyên cîhadîst ên bi referansa îslama hişk tev digerin li ser bedena jinê dixwazin civakê bi dest bixin. Tifaqa vê birdoziyê ya bi dewletên yekperest, unîter û mîlîtarîst re ji bo mirovatiyê gefeke mezin e. Ji qadên şer jin wekî ganîmet tê bikaranînin. Polîtîkayên penabertiyê ya bi şer pêk tê civakê tenê dihêle."
 
'Penaber bi hinceta pandemiyê terkî rêwîtiya mirinê hatine kirin'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi pêvajoya pandemiyê re newekhevî bêtir derketine holê û wiha dewam kir:"Penaberên li noqteyên derbasbûyinê yên Ewropayê dibin hedef û bi êrîşan rû bi rû tên hiştin. Penaber bi hinceta pandemiyê terkî rêwîtiya mirinê hatine kirin. Ev mirovan bi peymana Peymana Pejirandina bi Paş de neçar hatine hiştin û bûne mijara bazarê. Her wiha êrîşên li ser Şengala ku bi komkujiyê rû bi rû hat hiştin nîşaneya mutabakata dewletên komkujiyê ne. Divê rêz ji daxwaza statuyê ya Êzidiyên ku bi salane li dijî komkujiyan li berxwe didin, hebe. "  
 
'Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jinên bi zorê hatine desteserkirin bidomînin'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ew ê têkoşîna ji bo jinên bi zorê hatine desteserkirin bidome û wiha hat gotin:"Birdoziyên cîhadîst ên bi referansa îslama hişk tev digerin li ser bedena jinê dixwazin civakê bi dest bixin. Tifaqa vê birdoziyê ya bi dewletên yekperest, unîter û mîlîtarîst re ji bo mirovatiyê gefeke mezin e. Ji qadên şer jin wekî ganîmet tê bikaranînin. Polîtîkayên penabertiyê ya bi şer pêk tê civakê tenê dihêle. Li dijî polîtîkayên jinê diçewisîne, em ê îro jî sibehê jî dev ji daxwaza xwe ya ji bo edaleta ji bo jinê bernedin."